Buccino: Divê Iraq rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigire

Berdevkê berê yê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino got ku divê Amerîka zextê li Serokwezîrê Sûdanî bike da ku desthilatdariya Îranê li Iraqê kêm bike.
Berdevkê berê yê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino got ku divê Amerîka zextê li Serokwezîrê Sûdanî bike da ku desthilatdariya Îranê li Iraqê kêm bike.
Joe Buccino, ji Kurdistan24ê re amaje bi wê yekê kir ku vekişîna hêzên Amerîkayêji Iraqê fikrek xirab e û got: “Ji bo şerê DAIŞê pêwîst e ev hêz li Sûriyê û Iraqê bin. Ji ber ku DAIŞ hê jî ji bo cîhanê metirsî ye. Me ew xeletî kir dema ku em ji Afganîstanê vekişiyan û me dît ku çawa DAIŞ çalakiyên xwe zêde kir”.
Divê Iraq zextên li ser Herêma Kurdistanê rake û rêz li pêkhateya wê bigire.
Berdevkê berê yê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino: “Vexwendina Sûdanî ji bo Amerîkayê ne tiştekî baş e. Ji bo kêmkirina desthilatdariya Îranê li Iraqê û paraztina Herêma Kurdistanê divê zext li Sûdanî bên kirin”.
Joe Buccino bi berdewamî anî zimên ku divê leşkerên Amerîkî li Iraqê bimînin û das zanîn ku Sûdanî ji bo vekişîna hêzên Amerîkî û hêzên hevpeyman tu daxwazek fermî nekiriye. Berdevkê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku divê Iraq bi rakirina zextên li ser Herêma Kurdistanê rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigire û got: “Piştgiriya gelê Herêma Kurdistanê li ser milê Amerîkayê ye”.


