Senatorên Amerîkî ji bo pişgiriya Kurdistanê daxwazî ji Biden kirin

Heşt Senatorên Amerîkî bangî Biden dikin ku zextê li Sûdanî Serokwezîrî Îraqê bike ku piştgiriya Kurdistanê û Pêşmerge bikin
Heşt Senatorên ku, nameyê îmze kirine, daxwaz ji Joe Biden Serokê Amerîkayê kirine ku di serdana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê de tekezî li ser piştevaniya zêdetir bo Pêşmerge, şandina bûdceya Herêma Kurdistanê û hinartina petrolê bike.
Senator Tom Cotton, Ted Bode, Bell Hegarty, Rick Scott, Jake Elzie, French Hale, Michael Turner, Michael Waltz name îmza kirine û ju Biden ra şandine.
Li jêr teksta nameya senatorên amerîkî:
Hikûmeta Iraqê hîn jî dostek nêzîk yê dewleta Îranê ye, Îran salane 3 milyar dolar dide milîsên Heşdî Şeibî. Ew Milîsên zêdetirî 180 caran êrişî Amerîka û Kurdistanê kirine.
Hûn guh nadin wê yekê ku Iraq elektrîk û gaza xwezayî ji Îranê dikire û dolar dide Îranê.
Hûn pêşwaziyê li Serokwezîrê Iraqê dikin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevkarekî girîng e û mazûvaniya mezintirîn hêza Amerîkayê li navçeyê kiriye.
Hikûmeta Iraqê bi hevkatî digel Îranê li dijî hevalbendên me yên Kurd kar dike, pereyan ji xelkê qut dike û boriya guhastina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê ragirtiye ku, bingeha aboriya Kurdistanê ye.
Divê demildest kêmkirina nifûsa Îranê û piştgirîkirina hevkarên me yên Kurd ji bo her serdaneke serokwezîrê Iraqê bibe mercek pêşîn.
Divê demildest Iraq para Kurdistanê ji bûdceyê bide û petrola ku li bendera Ceyhanê maye bifroşe.


