Cîhan
Mesrûr Barzanî bi Bush re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, roja 6ê Adara 2024an bi Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serok Bush kir ji bo piştevaniya gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê û rizgarkirina Iraqê ji destê rêjîma dîktator û piştevaniya sîstema demokratîk.
Serok Bush silavên xwe yên taybet pêşkêşî Serok Barzanî kir û serkeftin ji bo bextewariya gelê Kurdistan û Iraqê xwest.