Polîtîk

Namzetê CHP’ê yê Afyonê Koksal: Deriyê me ji bilî DEMÊ ji herkesekîre vekiriye!

Namzeta Şaredariya Afyonkarahîsarê ya CHP’ê Burcu Koksal di mîtînga ku wê organîze kiribû de got, “Dema ku ez hatim hilbijartin, ji bilî DEM’ê wê deriyê Şaredariya Afyonkarahîsarê ji her partiyeke siyasî re vekirîbe.” DEM Partî û Ozgur Ozel bertek nîşanî daxuyaniyên Koksal dan.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel li Afyonkarahîsarê beşdarî vekirina navenda kordînasyona hilbijartinê bû. Alîkarê Serokê Giştî û parlementerê Siwasê Ulaş Karasu û Namzedê Şaredariya Afyonkarahisarê û Cîgira Serokê Koma CHPê Burcu Koksal jî li gel Serokê CHPê bûn.

Burcu Koksal di axaftina xwe ya li vir de wiha got: “Dema ku ez wekî şeredar hatim hilbijartin wê deriyê Şaredariya Afyonkarahîsarê ji bilî DEM’ê ji hemû partiyên siyasî re vekirî be. Partiyên din nikarin vê bibêjin, namzetê AKP’ê nikare vê bêje. “Ew tenê dengbêjiyê dikin û li pişt deriyên girtî danûstandinan dikin,”

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel der barê daxuyaniyên Koksal de daxuyanî da.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozelê mitinga partiya xwe ya bajarê Uşakê de axavtinek kir û hewl da vê gotina hatî kirin serast bike. Ozel di vê derbarê de got: Axavtina Afyonê de zimanê berbijêra me ya Afyonê tevlîhev bû. Wê ji min xwest ku ez gotina wê serast bikim, û ez dibêjim:Deriyê şaredariya Afyonê û Şaredariya Uşakê her tim ji hemû aliyên siyasî re vekirî ye.

Endamê CHP’ê Bariş Yarkadaş, diyar kir ku di weşana zindî ya TV100’ê de bi Koksal re bi telefonê axivîn û got, “Burcu Koksal got ku ew li pişt gotinên xwe rawestiyaye û gotiye, “Ev ne sivikatî ye.”

Back to top button