Kurum an Îmamoglu? Encamên rapirsîna herî dawî li Stanbolê Stenbolê!

Li gorî rapirsîna herî dawî ya ku li Stenbolê hatiye kirin, berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglû bi ferqeke kêm li pêş dixweyê. Di rapirsînê de Îmamoglû ji sedî 37,8 piştgirî digre û berbijêrê AK Partiyê, Murat Kurum ji sedî 36,9 pişgiriye digre. ferqa navberê de ji puanekî kêmtire.. Di heman rapirsînê de berbijêrên din derdora ji sedî 4 ê dengan wergirtin.
Stenbol yek ji wan bajarên ku herî zêde li benda encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ne. Ji bo vê yekê, pargîdaniyên rapirsîna her roj lêkolînên nû yên taybetî yên bajarê mezin dikin.
Dezgehê ALF Research encamên rapirsînê eşkere kir. Rapirsîn bi 4 hezar û 400 kesan re hatiye kirin; Rêjeya kesên dengê xwe dane Ekrem Îmamoglû ji sedî 37,8 bû, rêjeya kesên dengê xwe dane Murat Kurum jî ji sedî 36,9 hat diyarkirin.
- ENCAM:
- Ekrem Îmamoglû: Ji sedî 37,8
- Murat Kurum: Ji sedî 36,9
- Meral Daniş Beştaş: Ji sedî 4,6
- Buğra Kavuncu: Ji sedî 4,3
- Azmî Karamahmutoglu: Ji sedî 4,1
- Mehmet Altinöz: Ji sedî 4
- Yên din: ji sedî 5,2
-