Cîhan

Rusya:Bakurê Ewropayê dê di şerê bi NATOyê re bibe armancek rewa

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku ger çekên nukleerî yên Amerîkayê li Bakurê Ewropayê bên bicihkirin, di ërek navbera Rusya å NATO yö de ‘åbibe, dö bakurö Ewropa bibe armanca wan ya sereke.

Zaxarova di civîna çapemeniyê ya heftane de, daxuyaniyên Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb nirxand ku gotibû “Ji bo welatê wî girîng e ku xwedan bergiriya nukleerî be.”

Zaharova diyar kir ku heke li bakure Ewropaye çeken nukleere yen Amerikaye bi cih bibin, ew ewlekariya welaten ku van çekan distînin xurt nake û wiha got, “Eger çekên nukleerî yên Amerîkayê li bakurê Ewropayê derkevin holê, ewlehiya welatên ku, wan çekan distînin ne bi tenê qels bibe di heman demê de wê zererê jî jê bibînin.

Zaharova amaje bi wê yekê jî kir ku, pir zelal e dê ev yek hinek encamên xirab jî li gel xwe bîne.Zaharova got: “Hewldanên bi vî rengî dê bibin çavkaniya rasterast a metirsiyê û bi awayekî xwezayî, ew ê neçar bin ku di lîsteya armancên rewa yên hatine diyarkirin de cih bigirin.”

Back to top button