Dosya

8 peşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehid bûn

Çekdarên rêxistina Dewleta Islmaî ya radîkal (DAIŞ) bi otombîleke bombekirî êrîşî xaleke Hêzên Pêşmerge kirin, di encam de jî hejmarek Pêşmerge şehîd dibin.

Di vê debarê de efserê Pêşmerge yê bi navê Serhan Hesen taybet ji BasNewsê re got: “Îro, 7ê Çile, Çekdarên DAIŞê bi otombîleke ji corê Hamer derbasî nava qotabxaneyekê li gundê Birhêwe bûn, ku dikeve navbera Zumar û Tileferê, û otombîl teqandin.”

Di wê dibistanê de, Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê bi cih bûbûn, lewma di encama teqîna wê otombîlê de “8 Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn.”

Serhan Hesen da zanîn jî ku “Hejmareke zêde ya Pêşmergeyên Zêrevanî birîndar bûne, ew jî bi nexweşxaneya hawarhatinê ya Dihokê hatine veguhestin.”

Çavkanbiyeke taybet jî ji BasNewsê re ragihand ku, navê wan Pêşemrgeyên şehîd bûne hatiye naskirin ew jî evin: Amediyan Badînî ji xelkê Hesekê, Xemgîn Qedî ji Dêrna Qulinga û Bexam Mihemed Xelef ji gundê Gir Ziyaretê Çolê û Basil Hacî Hacî ji xelkê Til Xenzîr ên ser bajarê Dirikê ve, Elî, Omîd, Rêzan û Cotkar, ev her çar jî tenê navê wan ê destpêkê hatiye naskirin.

Li gor çavkaniya taybet jî, hejmara Pêşmergeyên ku di wê êrîşê de birîndar bûne bêhtir ji 25 kesan e.

Back to top button