Nivîsar

Nazim Hikmet jî ne Tirk e

Di nava qewmiyên Tirk û Kemalistan de tiştek gelek xerib heye ku, piraniya wan ne Tirkin. Herkesek dizane ku, yê bingeheyek yê Turanizmê yanî yê nijadpersetiya Tirkan danî kutdekê û navê wî Ziya Gokalp e û ji Diyarbekir e.

Ji aliyek din ve baş tê zanin ku, piraniya siyasetvanên navdarên Tirkiye, ne Tirkin. Dema lêkolin li ser eslê wan tên kirin hemû yan ji Qafkasyanin, yan ji Balkana hatine û yan jî koçberên ji welatên dinin ku hatine Tirkiye.

Di dema Osmaniyan de kesek xirîstiyan ewilê dikiran misilman û navek misilmanî lê dikiran û ew di nava dezgehên hukumetê de bilin dibûya û piraniya wan destpêdikiran Tirkitî diparastan .

Nazim Hikmet, helbestvanek mezinê Tirke. Di dema xwe de ji bo ku çep bû û muxalefetê desthilatdariyê bû kete zindanê û dawiyê reviya çû Rusyayê. Eger mirov baş helbestên Nazim Hikmet bixwîne, dibîne ku ew gelekî girêdayê welatê xwe ye, gelek helbestan de wesfê Tirkiye û Tirkbûnê daye . Nazim di nava Kurdan de jî û taybetî di nava çepên kurd de wek qehremanekî dihat nasandin.

Bê guman gelek sedem hene ku hinek kurd û taybetî jî yên mehkumê îdeolojiya çep, insanek ku qet doza wan neparêzê jî ji bo xwe bikin wek qehremanekî yan jî bikin sembol.

Di vê derbarê de misalek gelek basît jî ewe ku, di salên 70î de, li malên piraniya xwendevan û çepên kurd de, weneyên , Nazim Hikmet, Che Guwera, Marks yan jî Lenin hebûn. Lê mixabin weneyên Mistefa Barzani, Qadî Mihemed yan jî yên Şêx Seit tunebûn. Kurtahî hebûna weneyek yê serokên şoreşên Kurda wek kêmasiyek dihata qebûl kirin û heta ew kes wek kevneperest dihatin destnîşan kirin.

Bê guman îro mirov dikare bi behtir zanistî vê yekê binirxîne. Lê bi gotina herî kurd , ew di nava komplesekîde bûn. Heta wek îro jî gelek mînaq hene.

Haluk Oral ji berî demekî pirtukek li ser Nazim Hikmet nivîsan û hate çap kirin, di vê pirtukê de dixweyê ku eslê Nazim ne Tirke, û ew Alman e.

Nazim xizmetek gelek mezin ji literatura Tirkî re kiriye û kesayeteke gelek bi zanebûn Tirkiye û Tirkîtî parastiye.

Lî ji bo hinek Kurdan jî mixabin îdolek bû. Belkî jî xweliseriya wan kesên ku yên wek Nazim ji bo kirîn idol, weneyek tarî di aliyê îdeolojik yê Kurdan bi xwe ye.

Nûçe/Analizek

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button