46 000 dokumentên Dêrsimê eşkere dibe
Îro li Enqerê Mehmet Daniş Serokê Komîsyona Daxwaznameya Parlementoya Tirkiyê da zanîn ku di derbarê bûyerên Dersîmê de ji Serok Erkanê Giştî yê Tirkiyê de nêzîkî 46 hezar rûpel dokument hatin.
Mehmet Daniş Serokê Komîsyona Daxwaznameya Parlementoya Tirkiyê da zanîn ku di derbarê bûyerên Dersîmê de ji Serok Erkanê Giştî yê Tirkiyê hemû dokument gihîştine destên komîsyona wan. Her wiha got: Herî dawî ji Serok Erkanê Giştî 5 hezar rûpel dokument hatin, bi vî awayî jî bi giştî hejmara rûpelan gihîşt 46 hezaran.
Her wiha Daniş got: Di derbarê eşkere kirina naveroka van dokumentan de ji akademîsyenê gelek zanîngehan lîjneyeke zanistî pêktînîn û ji bo vê mebestê jî me li gel Zanîngehên Enqere û Yildirim Beyazid hevdîtinan pêkaniye..
Di naveroka van dokumentan de gelek nexşe, nameyên taybet, raporên hewalgirî û îstîxbaratî û nirxandin, raporên rojane û dokumentên şandina leşkeran, rêzbenda qaçaxan û rêzbenda çekên ku ji Dêrsimê hatine komkirin û dokumentên di derbarê serdana Fevzi Çakmak û İsmet İnönü jî heye.