MIT çîroka Îsraîlê dûbare dike
Hakan Fidan Serokê Rêxistina Hewalgiriya(Îstîxbarata) Netewiya Tirkiyê li hevpeyvîneke xwe de, di derbarê wan rûdawên li Tirkiyê rû dide dewleta Îsraîlê tawanbar dike dibêje eve yekem care dewletek tevlî rêvebiriya rêxistina îstîxbaratiya dewleteke din dibe.
Fidan dibêje: Piştî ku rêvebiriya MIT guherî, li ser weşan û ragihandinê gelek êrîşî me kirin. Hevdîtinên me yên veşartî yê ji bo bi dawî anîna kêşeya 30 saliya Kurd, li ragihandinê de eşkere belavkirin, xwestin Hakan Fidan binçavbikin, xwestin me bikin berpirsê rûdawa Roboskiyê, bûyera balafira li deryaya spî ji aliyê Suriyê ve hate xistin, kesûkarê teqîna li Reyhaniye ya Entabê mirin, xwestin bi rêya wan êrîşî me bikin, bi vî awayî dixwestin rêxistina biçûk bikin û rêvebiriya wê bi dest bixin.
Hakan Fidan di derbarê van hemû bûyeran de bi kurt û Kurmancî Îsraîlê tawanbar dike.
Wekî tê zanîn Îran dema êrîşî Kurdan dike û dikûje Îsraîlê berpirs dibîne, Seddam û dewleta Iraq dema Kurdan dikûşt Îsraîlê tawanbar dikir, Suriye bi salan Îsraîl tawanbar dikir, her wiha eve nêzîkî sed sale Tirkiye hemû bûyeran de Îsraîlê tawanbar dike. Birastî eve jî pirsiyareke ku divê mirov bipirse: Gelo Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ji van çîrokan bawer dikin an na?