Polîtîk
Kitêbfiroşeke Kurd li Bokanê destgîr kirin

Çalakvaneke Kurdê Rojhilata Kurdistanê bi tometa propagandakirina dijî nîzama Îranê destgîrkirin bi mebesta şeş heyv derbaskirina li bendîxaneyê şandin bendîxana Bokana rojhilata Kurdistanê.
Rehman Husênzade ji aliyê dezgehên dadiyên rêjîma îslamiya Îranê ve bi tometa “Propagandakirina dijî nîzam” bi şeş meh zîndankirinê hukim dan û ji bo vê mebestê şandin bendîxaneya Bokan.
Husênzade berê jî ji aliyê dadgeha bajarê Mahabadê ve bi yek sal zîndankirin hukim xwaribû û paşê ji aliyê dadgeha pêdaçûna Urmiyê da hukma wî kirin şeş meh zîndanî.
Rehman Husênzade ev çend sale li bajarê Bokan a Rojhilata Kurdistanê xwediyê firoşgeheke kitêbfiroşiyê ye.