Polîtîk

Kurdistan peymaneke neftê li gel Gulf Keystone îmza kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku peymanek li gel kompanyaya Gulf  Keystone yê Brîtanya ji bo derxistin û pêşxistina kêlgeha (rafînerî) nefta Şêxan îmza kiriye.

Li daxuyaniyek de Wezareta Samanên Siruştiyê Kurdistanê eşkere kiriye ku “li gor peymanê kompanya Gulf Keystone ya Brîtanya demeke nêzîk de dikare rojane 40 hezar bermîl neft li kêlgeha nefta Şêxan berhem bênê û her wiha li pêşerojê de dê bigihe 150 hezar bermîl.

Li Kurdistanê zêdetirê 40 kompanya warê berhemanîna neft ji 17 welatên dinyayê de ji niha ve li kêlgehên neftiyên Herêma Kurdistanê da kar dikin û Wezareta Samanên Siruştiyê Kurdistanê jî tekîd dike Hikûmeta Kurdistanê hewl daye heta dawiya îsal asta berhemanîna neftê li rojek de bigihîne 400 hezar bermîl neft.

Back to top button