Nivîsar

Berpirsekî Goran û terora hizrî

Zikrî MûsaBirêz Qadir Hacî Elî ku berpirs û serkirdeyekî Tevger Goran (Hizba Texîr) e, ji gotina Nêçîrvan Barzanî ya ku gotibû: “Li Silêmaniyê li dijî PDKê terora hizrî heye” nerehet bûye û gotiye: “PDK ji rexnegiritna li gendeliyê re dibêje (terora hizrî)”.Beriya her tiştî, nabe ew birêz jibîr bike ku partiya wî ya ku parêzgarê Silêmaniyê di destê wê de ye, beşek e ji gendeliyê û ji mehrûmkirina devera Silêmaniyê.Herwiha bila partiya wî çavê xwe li pêşiya rastiyan negre û bibîne ji ber karê partiya wî di nava 9 salan de çi karesatek li Silêmaniyê çêbûye. Bila bibînin mirovê Kurd li wê deverê çawa tê xapandin.Bila Goran terora xwe ya hizrî biçûk neke û nexe nava warê rexneya medenî ya rewa de, ji ber ku ew teror mijeke tarî ye ji bo xerakirina riwê rastiyan, û ji bo xwe vedizînê ji berpirsyaretiyê, û ji bo avêtina tawan e li ser milê aliyê beramber, herwiha ji bi wê yekê ye ku vala xwe bikin perî û firîşte.Terora Hizrî bi rêya hizr û karekî rêkxistî û bi arastekrî tê kirin, ku çavkaniya wê jî hizra faşîzm, Beis, DAIŞbawer û nejadperistî in.Di vê terora hizrî de ya ku li Silêmaniyê heye, medya û mekîneyên hûnandina derew û propagendeyan û hejmareke nivîskar kar dikin ji bi ku rastiyan bi şaşî bidin xuyakirin û milet bi derewan bixapînin. Kar li ser spîkirina tiştên reş û reşkirina tiştên spî dikin. Di terora hizrî de 2 reng hene, rengê sêyem tune ye.Di terora hizrî de, ew kesê ku berûvajî wan hizir bike, koyle ye, pîs e û xwe difroş e. Bi hêsanî sivkatiyê bi xelkê dikin. Bi sixêf û xeberan bersiva hevrikên xwe didin û wan wek xayin didin xuyakirin.Di encamê de jî, ji ber terora hizrî pêwendiya di navbera mirovan de têk diçe û êdî mirov bi awayekî din gotinên azadî û nan û demokrasî û mafê mirovan fêm dikin.Ji ber terora hizrî, êdî mirov neçar dibe bi tundî û qîr û hêrs biaxive. Mirov neçar dibe şerê azadiya xwe bike. Mirov fêrî gotinên tûj dibe. Dibe kesekî bêhnteng û cahil û nezan û wisa hizir dike ku tenê ew rastiyê dizane.Terora hizrî, hizreke ku hatiye rêkxistin ji bo dijayetiya mirovan û dijayetiya serbestiyê. Ah bi vî awayî kar ligel xelkê Silêmaniyê tê kirin.

Back to top button