Naveroka civîna Serokwezîr Barzanî û Serok Vladimir Putin

Li Moskovayê, Nêçîrvan Barzanî digel Vladimir Putin civiya û Serok Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û berfirehkirina têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 09.05.2018ê li bajarê Moskovaya patexta Rûsyayê, li meydna Sor, digel mêvan û şandeyên balayên welatan, beşdarî di bîranîna serkeftina Cenga Mezina Niştimanî (Cenga Cîhanîya Duyem) de kir.Piştî çalakiyên merasimê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Vladimir Putîn Serokê Rûsyaya Federal li Koşka Kirêmlinê civiyan û her du aliyan têkeliyên dîrokî yên her du gelên Rûsya û Kurdistanê di qonaxên cuda de gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir pêşxistina wan têkeliyan kir.Di civînê de, Serok Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di hemû waran de û bi tyabetî di warê aborî, enerjî û civakî de nîşan da.Nêçîrvan Barzanî sipasiya Serok Putin kir ku ew ji bo serdana Moskovaya vexwand û dupat kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her pêngavekê ku bibe hokarê pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdeistan û Rûsyayê dike û hemû hêsankariyan pêşkeş bi pirojeyên enerjiyê û sermayerazandina rûsî li Herêma Kurdistanê dike

Nerîna min :