Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Sosyalîsta Kurdistanê kir

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mesûd Tek Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (Bakur) û şandekî li gel kir ku ji endamên Desteya Serokayetiya Partiyê pêkhatibûn.Li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û aboriya Tirkiye û her wiha doza Kurd li welatê Tirkiye xistin ber behs û guftûgoyan û ronahî jî xistin li ser wan astengî û gefên li Bakur li ber xebata siyasiya Kurd da heye.Her li vê civînê de li beranber pêşhatên siyasî tekez li ser yek gotariya aliyên niştimanperwerên Kurd li Tirkiye kirin û bi pêwîst jî zanîn ku diyalog û xebatên aştiyane nexşerêya karê siyasiya Kurd bê li Tirkiye.Li beşekî dinê vê civînê de şanda mîhvan behsa kar û çalakiyên partiya xwe kirin û helwesta xwe ya di derbarê referanduma li ser destûra Tirkiye xistinrû û daxwaz jî li Serok Barzanî kirin ji bo yekxistina navmala Kurd li Tirkiye piştevanê wan bê.Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û paşaroja Kurd li Sûriye û her wiha hevkêşeyên navdewletî û herêmayetiyê şîrove kir û şîretên pêwîst di derbarê doza Kurd li Tirkiye ji bo şanda mîhvan xisterû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: