CivakPolîtîk

Çeteyên PYDê êrîşê jin û zarokan kirin

Îro, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Dêrikê yê Kurdistana Rojava rê neden ku, jin roja xwe ya cîhanî pîrozbikin û bi lêdan û tûndî êrîşê cihê ahingê kirin û axiftinên neşêrîn derheqê Hêzên pêşmerge de gotin, herwiha jinek û zilamê xwe ligel 10 zarokan hatine desteserkirin.Derbarê wê bûyerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir tê de bi tûndî ew êrîş şermezar kir û got ku, demijmêr 2ê nîvro Asayîşa PYD êrîşî cihê ahinga roja jinan a cîhanî bû û dirûşmên ne şêrîn derheqê pêşmergeyan de kirin.Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ji ber kontirolkirina rewşê û ne rûbrûbûna her du aliyan ahing betal kir.Grubek çeteyên çekdar ser PYDê ve  êrîşê baregaha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) kirin û hemû tiştên ku avahiyê de heyîn şkandin û ser dîwaran li dijê Serokê Kurdistanê û ENKSê tiş nivîsandin.Li gora agahdariyên Endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Şerîf Ferman dayî di heman demê de, grûpeke çekdar êrîşî gundê Tenûriyê kir û gule bi ser xaniyên ku ala Kurdistanê li ser wan bilindkirî de berdan. Herwiha derketin ser malan û alên Kurdistanê daxistin.Ji aliyek din îro çekdarên PYDê,  Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê û Berpirsê Nivîsgeha Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê Şemdîn Nebî binçav kir.Herweha li Qamîçlo hinek çeteyên çekdar ku ser û rûyên xwe girtîbûn, êrîşî ser baregeha rojhilatê Qamişlo ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) kirin û agir berdan wê baregehê û şewitandin.

Back to top button