Polîtîk

Li Şingalê PKK û Hizbulah civiyan

Berpirsiyarê Pêwendiyên Gelerî ya Buroya Siyasî ya Lîwaya Hizbullah Mistefa Darajî destnîşan kir, ku di civîna wan li gel PKK di devera Şingalê de li ser aloziya di navbeyna Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên PKK de hatiye rawestandin.Kontrolkirina Şingalê ji alî Pêşmergeyan we, wekî komployek navneteweyî ji bo veqetandina Şingalê ji Iraqê binav kir.Lîwa Hizbullah, piştgiriyê ji alî Îranê ve dibîne. Li gor zanyariyan di civîna navbeyna wan û PKK de, ji alî PKK ve, fermandarên PKK ên Şingalê Seîd Hesen û Qadir Salih amade bûne.Her du aliyan, kontrolkirina Şingalê ji alî Pêşmergeyên Kurdistanê ve, wekî metirsiyek li ser yekgirtina Iraqê binav kirine û dijrawestandina xwe li dij “van projeyên navneteweyî” anîne ziman.Berî çendîn rojan berpirsê PKK li devera Şingalê Seîd Hesen di hevpeyvîna xwe ya telewizyona partiya Nurî Malikî Afak TV de  diyarkiribû, ku “ew naxwazin bi Kurdistanê ve bên girêdan, ji ber vê yekê di navbeyna wan û Pêşmergeyan de şer derketiye. ”

Back to top button