Li rojavayê Kurdistanê revandina zarokan ji aliyê çekdarên PKKê ve berdewam e. Çekdarên girêdayê PYDê di bin navên cuda de zarokên temen biçûk direvînin û dibin leşkeriyê. Piraniya van zarokan rêdikin sengerên şer û ew jiyana xwe ji dest didin.
Gelek malbata gilî kirine û giliyên xwe gihandina saziyên navdewletî yên mafên zarokan diparêzin. Lê HSD guh nade van giliyan û ji bo xapandinê carê zarokek yan duduyan li malbatên wan vedigerînin yên din dihêlin . YPG bi darê zorê ciwana dibe leşkeriya icbarî. Yani piraniya ciwana li rojavayê Kurdistanê ne bi keyf û îrada xwe tevlî refên çekdarên PYDê dibin.
Revandina zarokan û çekkiran wan keşeyek mezine û tawaneke li himber mafên mirovatî û zarokan jî. Lê aliyên vî tawanî dikin guh nadin kesekî û berdewamî di kiryarên xwe de israr dikin.
Di salekî de 106 malbata gilî kirine ku, zarokên wan hatine revandin. Rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger
bi darê zorê zarokan direvîne û radestî HSDê dike. Hêjmara zarokên di nava HSDê de nayê zanin. Hata niha tenê 26 zarok li malbatên wan vegerandine .