Serokwezîrê Britanya Boris Johnson li bajarê Liverpolê cil û bergên polisa li xwe kir û li gel polisan tevlî operasyona li dijê maddeyên hişberiyê bû. Hukumeta Britanya projeya ku 10 sala ya tekoşina li dijê maddeyên hişberiyê amade dike. Ji berî ku stratejiya hukumetê di vê derbarê de bê eşkerekirin Johnson tevlî vê operasyonê bû.
Piştî operasyonê serokwezîrê Britanya daxûyaniyek da rojnemevana û got: Em li himber karanina maddeyên hişberiyê bêdeng namînin û emê tedbirên tund di vê derbarê de wergirin.
Li gora rojnameyên Britanî hatiye yesbit kirin ku hinek di parlementoyê de maddeyên hişberiyê bi karanine.


