Polîtîk

​Maskeya sîyasetvanên bi hilbijartinan dîsa dkeve!…

Hin demên ku him mirov him jî sazî têne ceribandin hene. Di van demên ceribandinê de bi awayeke ku nayê veşartin derdikeve holê ku şexs û sazî di gotin, belên, armanç û ramanên xwe de jidil in an ne jidil in.

Ên ku ji testa jidilbûnê nabuhirin piçek xurûr hebe wê ji gel lêborînê bixwazin; an jî wê ji alliyê gel ve bên ceza kirin. Awayê herî bitesîr a cezakirinê, îtibar nekirin û cidî negirtina kesên/saziyên ku ji testa jidilbûnê nebuhirîne. Ên ku ji testa jidilbûnê nebuhirîne an wê binketina xwe qebûl bikin û li cihê xwe rûnên an jî wê bi guherînek tundraw û paradîgmayek nû hişmendiyeke ku karibin di pratîkê de bisepînin bipejirînin.

Ji bo aktorên/saziyên polîtîk a bakûrê Kurdistanê demên ceribandinê ya herî baş, hilbijartin in. Em ji salên 1990 î vir de “di demên hilbijartinan de û paşî wî” bi du helwestên cuda heta dijî hev rû bi rû dimînin.

Taktîka PKK û dûvikên wî yên sîyasî ew e ku, di erefeya hilbijartinan de bi bêhntehgkirinê û galgalên li dijî pergalê(!) xitabî hêstên netewî yên Kurdan bikin û bi gotinên “yekîtî”yê hemû kesî têxin bin bandora xwe. Ev hişmendî, piştî ku digihêje armanca xwe û dikeve parlamentoya dagirkeran; hemû gotinên xwe yên dema hilbijartinê datîne aliyekî û ji bo bibe unsûreke eslî ya pergalê çi ji destên wî tê dike. Mixabin ev helwesta dualî, hevnegirtî û xapandina gel bi ser ku her tim tê dubarekirin jî biserdikeve; piştî her hilbijartinê ji nû ve xeyalên Kurdan dişikên û Kurd hinekî din dikişên nava pergalê.

Du bûutên ku hişmendiyên kevn ên dervî PKKê wek kuvarkan diqedin û bi gotinên tund derdikevin qada sîyastê hene.

A yekemîn; birêxistinbûn û sîyasetkirina her hişmendiyekê ji aliyê ku li Kuristanê çanda demokrasiyê pêşkeve erênî ye. Divê her hişmendî bikaribe xwe bîne ziman û di sîyasetê de temsîl bibe.

A duyemîn; li ser partiyên/saziyên “nû” yên ku derdikevin qada sîyasetê aktorên polîtîk ên kevn hene. Derdê piraniya wana ew e ku navên xwe yên wek “şef-serok” ku berî 35 salan maye careke din bidest bixin. Ev hişmendiya ku gelek caran (bi sayîşên şexsî) hatine cem hev û her carî (bi sedemên şexsî) dîsa ji hev qetiyane û her carê biçûktir bûne, bi ser binketinên bêjimar “wek ku tiştek nebûbe” dîsa û dîsa xwe diceribînin. Demên hilbijartinan neyta wan aktorên sîyasî yên kevn a rast derdixe holê û eşkere xuyaye ku di vê neytê de sayîşek Kurdistanî tuneye.

Eşkere biryardayîna entegrasyonê ya PKKê û bi têkoşînkirina bêhempa ya li hember dewletbûna Kurdan ispatkirina wan ê ku hêza yêdek ê pergalê ne; di nav bingeha welatparêz û gerîllayan de bû/dibe sedema ecizîyên cidî. Aktorên polîtîk ên kevn ên derveyî PKKê ji ber ku vê rastiyê dibînin bi çar destan xwe li gotinên “netewî” digirin û hewldidin ku bi wî awayî hebûnekê bidestbixin. Lê di dema hilbijartinan de van gotinên xwe yên “netewî” ji bîr dikin û dibin piştevan “BDP/HDP ê ku li hember hemû tiştên netewî” ye. Gihaştina armancên xwe yên şexsî û çûndina meclîsê bi rêya Kemlîstên herêmî ya ji wana hinekan, îşteha yên mayî jî zêdetir dike. Ji ber vê yekê li gel hemû peyvên wan ên cuda û “rexneyên” herî tund ên ku li hember polîtîkayên HDPê; di erefeya hilbijartinan de di bin navê “yekîtiya Kurdan” de eşkere xwe derdixin bazarê û ji bo ku têkevin çavên/lîsteya HDPê cambaztiya bi her awayî dikin.

Her ku hilbijartina 2015an nêzîk dibe em dîsa bi heman dîmenên ku mirov ji ber fedî dike rû bi rû dimînin. Hin aktorên/saziyên ku em hewce nabînin navên wan jî bidin, ji ber hilbijartinên ku nêzîk dibin ji anka ve dest bi perpitînan kirine jî. Di hilbijartinên berê de, hemû saziyên polîtîk ên derveyî hişmendiya HDPê di bin navê “yekîtiyê” de bûn perçeyekê projeya entegrasyonê û wesfa xwe yên rast li xwe ispat kirin. Saziyên polîtîk ên nû derketine jî bi heman gotinan nîşan dan ku ewê jî bibin perçeyek entegrasyonê. Wan aliyên ku qala federasyonê heta serxwebûnê dikin di bin navê “yekîtiya Kurdan” de bangî HDPê dikin, dibêjin hodrî meydan(!) û eşkere dikin ku amadene xwe derxin bazarê.

Ew aliyên ku heta do (bi giştî wek ku di navbera du hilbijatinan de dikin) qala “Kemalîstiya, entegrasyonparêziya HDPê û beşekî herêmîbûna wan ê pergalê” dikirin û li gor xwe rexneyên tund dikirin, bangî HDP a ku dixistin bin erdê kirin û gotin “werin me bikirin” û ji bo navekê eşkere xwe derdixin bazarê.

Em wek Tevgerê dixwazin dîyar bikin ku em wan saziyên ku ew qas bêşexsiyet û ew qas li dû berjewendiyên xwe yên şexsî ne ji HDPê gelekî zêdetir bi xisar û xeter dibînin. Ji ber ku HDP eşkere entegrasyonê diparêze; lê ew hêstên “netewî” dimêtin, bi lîstina hêst û hêviyên gel entegrasyonê diparezin. Em eşkere dibêjin, ji ber van helwestên wan ên bêşexsiyet û ji armanca netewî dûr bi wan re tevgerandin li aliyekî em fedî dikin ku bi wan re di dîmenekê de jî xuya bikin. Ji ber vê yekê em nikarin daxwaza “dema yekîtiyê ye” ya mirovên ku bi neyteke baş dibêjin bi cih bînin. Ji ber ku wek Tevgerê em naxwazin bibin şirîkê pêşkêşkirina mafên xwe yên netewî/mafê xwe yê dewletbûnê ji bo navekê. Bêtir wek barkêşên bibiryar ên van mafên xwe yên netewî emê bibin asteng ku “entegrsyona teqez” bigihêje armanca xwe û emê bi sekna xwe ya li hember tunekirina dînamîkên netewî sekna xwe ya Kurdistanî bêyî ku tawîz bidin bidomînin.

Bi yên ku mafê deweltbûna Kurdan wek “kevnarebûnê” dibînin;

Bi yên ku ramana Kurdistanê “diavêjin çopê”;

Bi yên ku Kurdistana ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye perçekirin di bin navê “Kantonan” de dixwazin zêdetir perçe bikin; em di tu şert û mercan de û di tu platforman de bi hev re tevnagerin. Bêtir ji bo ev hişmendiya entegrasyonê ji Kurdistanê bê avêtin emê bibiryar têkoşîna xwe bidomînin. Bi heman awayî, em bi saziyên din ên ku di bin navê “yekîtiyê” de an bi hincetên din vê hişmendiya entegrasyonê fihêldikin/dibin yêdekê wê û maskeyên wan di hilbijartinan de dikevin û xwe dixin paş gotinên Kurdistanî jî di tu şert û mercan de şirîkantiyê nakin.

Bi yên ku berê wan ne parlamentoya dagirkeran be, nebûne/nabin yêdekê pergalê û beşa pergalê yê herêmê, mafê dewletbûna Kurdan bê şert û merc diparêzin û di pratika xwe de jî vê nîşan didin re jî (ramana wan û baweriya wan çi dibe bila bibe) em her tim amadene yekîtiyê pêkbînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

12.01.2015

Back to top button