Civak
%50 zarokên li Kurdistanê ji dayik dibin koçberin
Zêdetirê ew jinên ku ji bo ji dayikbûnê serdana nexweşxaneya ji Dayikbûna Silêmanî kirine, ji derveyê bajarê Silêmanî hatine û beşek ji wan jî koçberin.
Li gor amarên Birêveberiya Nexweşxaneya Ji Dayikbûna Silêmanî, 10 mehên derbasbûyî ya îsal da 8 hezar nexweş çûne nexweşxaneya ji dayikbûnê û ji wê hejmarê 2 hezar nexweş koçberên Ereb û Kurdên Êzdîne. Birêveberê Nexweşxaneyê dibêje: “Hinek roj eger 100 haletên ji dayikbûnê hebê, 50 zarok yên koçberane”.
Li gor amarên fermî nîvê hejmara Kurdistanê zêdetir ji penaber û kesên biyanî pêkhatine.