Nivîsar

Li ba xuşk u birên xwe, yên li xerîbiyê

                                   

Ev tiragêdya kurd têdane(êrîşên DAIŞ) her kurdekî dilsoz mecbur kir, ku kê çi u ça karibe li doza Kurdistanê ra bibe piştgir. Hizkiriyên dengê min ji her çhar parçên Kurdistanê ji min dipirsîn-Çira deng ji min dernayê? Ez ji ber çevên xwe diketim, lê çi bikim? Eva bu pirsa sereke bo min. Ya girîng ew bu, ku bi dil u can bixwazî, u ênerjiya hundirê teda wê te gav bi gav bibe ber bı nêta te. Min peyvendî bi hîmdarên asosasya kurdên Qazaxistanê ‘’Berbang’’-ê birêz Dr. Piofêsorê ulmê fîlologiyê, akadêmîkê Akadêmya ulmê sosîologiyê, yê Komara  Qazaxistanê birêz Mîrzoev Kinyaz Ibrahîmovîç u Dr. Pirofêsorê ulmê aboriyê, yekemîn pirêzîdêntê Asosasiya kurdên Qazaxistanê ‘’Yekbun’’birêz Ezîzê Zıya Bedirxan va  danî  u bernama xwe wan ra eşkere kir.

  Van camêrên mezin, hela min gotina xwe  bi dawî ne anî bu, gotine min-‘’Were’’

Şev, seheta 2-55 berbangê ji Almanyayê gihîştim paytexta Qazaxistanê. Du xortên centilmen, rojnemegar Salihê Kevirbirî u Semedîn, kurê hunermendê eyan u yek ji emekdarê radîoya Yêrêvanê Mecîdê Silêman baqê gulan li destan, hatibun pêşiya min. Min ji wan energîke usa ecêb wergirt, ku bum wek qîzeke 14 salî, dilê min hat ji cî derkeve, min xwe avîte pêsÎra wan u bi zor hêsirên xwe zaft kir.

   Sivetirê, malbata Mecîdê Silêman, ku heta şev dereng ranezabu, benda me bu. Eva hevdîtineke piştî 22 salan bu, hevdîtinek pir bi hizret, bîranînên geş, rojên şa u bê xem .

   Gava çevên min hunermend u efrendarê bi rumet ket, hêsirên min hatin xarê. Ew Mecîdê salên 1960-an, bejin bilind, tijî bi agir extiyar bibu, lê belê, bi dil u ruhê xweva dîsa ew Mecîd bu, pir bi humor u  hizkirin. Bi meşeke nerm u giran nêzîkî min bu, ez girtim hemêza xwe u gelek dirêj bernedidam. Pır heyecan bu u min texmîn kir, ku dilê wî zu-zu lê dida. Şabuna xwe, sipontan, bi helbestan dida der, serê min maç kir u got-‘’Behna bahara Ermenistanê ji te tê.’’

 Ermenistan…? Min guhê xwe bawar nekir, ne axir ermenya, gava Sovêt hilweşiya, kurdên misilman, navda jî malbata Mecîd , jı welatê xwe derxistin, ça dibe hê hizreta Ermenistanê da bin?

 Belê, gava navê Ermenistan didan ‘’benê kembera pişta wan diqetiya’’ Ez divêjim ev jî sebebê wê hene.      

 

  1. Her çiqas pirêzîdêntê Qazaxistanê birêz N. Nazarbayev bi çevên qenc li kurdan dinêre u halê wan, yê aborî jî ne xirabe, dîsa jî kurd xwe lı xerîbiyêda divînin. Ermenistan, Gurcistan, Azerbecan nêzîkî Kudistanê bun, wana nêzîkva welat dişopand. Ji xwe Azerbecan weke berdewamiya Kurdistana Rojhilate.
  2. Kal u bavên wan mêjda nava miletên  Kovkasê da jiyane, miriyên wan ser wan erdan hatina binerd kirin, loma Jî wan  li wir xerîbî nedikişandin.

Qazaxistan 3000km. durî Kurdistanê ye, u gava yek ji me dibe mêvanê wan, ewana dardê xerîbiyê bi me sivik dikin…Belkî ev bu sebeb, ku bi min şa dibun, te tirê malê dinyayê dane wan u ça kurd divêjin-‘’Ez ser destê xwe digerandim’’

Mecîdê Silêman li radiıoya Yerevanêda sitiran pêşkêş kiriye u ew buye himdarekî fonda sitiran u muzîka kurdî. Ewî ruhê xwe kiriye nava vî karî u, wek zarokekê pêra ricifiye…  Belê, zaroka wî maye li wî berî. Ça nevêjî u nebilêy?

 Ewê rojê mala Mecîd bibu koçka mêvana, gelek rewşenbîr hatibun dîtina  hunermenda xwe. Ji bo wan ez  ne tenê hunermend, lê belê ez usa jî xuşk, zerya malê, ya helal bum. Ewan ez bi dil u can qebulkirim. U ez carek din hatim ser wê fikirê, wekî miletê me yeke, huner, reqas, ziman, zargotina me, çanda ruhî, heta qewil u beytên olî yekin, u bi eynÎ zimanî tên gotin. Peyvên me, yên pîroz bi vî zimanî(kurdî) tên der. Eger ewir u ezman jî bikin qîrîn, bêjin, ku êzdî ne kurdin, ezê bjim-Nêraste, tu codabun di navbera meda tuneye. Ber ku xuna me ser hev dikele. Tenê yên ku nav u paşnavê xwe nizanin rast binivîsin, ew dikarin sîngê xwe bidirînin u berovajiya wê bêjin.

 M. Silêman bi helbest u sitiranên xwe em mest kiribun, şev li me bu roj u me tê dernexist ça sive safî bu. Ewî sitirana xwe, ya nu, bi sernivîsa’’Kurdistan’’, muzîka kîjanê jî bi xwe danî bu, da min u got-Navê Kurdistan bi dengê te zor xweş dertê, vê sitirana min bistirê u bike klîp. Hema ev sitiran u sitirana Seyad-Nova ‘’Hetanî hebim’’ bi siponserya endamên asosasîya kurdên Qazaxistanê hate çêkirin. Min nizanibu ça razîbuna xwe bînim ziman, ji şabuna nigê min erd nedigirt. Hilbet Salihê Kevirbirî jî gişt hildida ser kamêrayê. Li vir min nasiya xwe da şaêrê navdar birêz Hesen Hecîsilêman, Dr. Pirofêsor birêz Mehemedê Misto, ev herdu jî li Ermenistan u Sovêta berê mezin bune u xwandina bilind sitendine. Ev birêzana jî bi hatina min zor kêfxweş bun u carina min ra bi ermenkî u  rusî diaxifîn… Şaêr H. Hecîsilêman sitiranên ermenya mira distira, gava distira çevên wî dibiriqîn u ji riyê wî nur dibarî. Min jê pirsî-gelo bîrya Ermenistanê dike? Got, em tam adepte nebune, u gelek xerîbiyê dikin, ne tenê ez, em gişt Ermenistan wek welatê xwe dibînin, warê, ku lê ji dayîk dibÎ u mezin  dibî zu-zu ji dil dernakeve…

 Ez carek din giriyam…Çira bextê kurda ha reşe? Heta kengê emê bê dewlet bin? Heta kengê emê serê riya bin?, heta kengê emê ber derya bin?

   ‘’Ez vî derdî kêra bêjim?                         

 

   Derdêm pirin, ketine ser hev,

   Birînêm kurin, nayne hev,

   Xilaz nabin jimara dev,

   Ez vî derdî kêra bêjim?

   Kurd kirine nav zulmêda

    Nava qetilê u qirêda,

    Bela bune nav dinêda

    Ez vî derdî kêra bêjim?

 

Eva tenê du mal ji 46 malên helbesta şaêrê mezin H. Hecîsilêmane. Eger tu agahyên me  ser Kurdistanê tunebin, bese ku vê helbestê bixwînin, emê bi xeyalan herin  welêt, u dîrok u êşa  wê wek fîlmekê wê bên ber cevên me. Eve qeweta hunerê…

   Roja duda me serî li Asosasiya kurdên Qazaxistanê xist, kîderê dîsa bê sebir benda me bun. Na, nişkêva nefikirin, wekî dema  van zor hebu ji bo me, na, birêz Kinyazê Ibrahîm li Zanîngeha bi navê Abaya da pirorêktor u rêvebirê kafêdira zimanên rojhilatêye, dewsgirtiyê serokê Asamblêya miletên Qazaxistanê u her waha, serokê asosasya kurdên Qazaxistanêye, ew xweyê xelatên cur bi cur, yên giranbahaye.

Birêz Ezîz Zîya Bedirxan- bîznesmen, wekîlê întelîgênsîya kurda lı Qazaxistanê, xudanê 15 xelatên bi rumet,  temamiya jîyana xwe ji bo pêşvaçuna Qazaxistanê terxan kiriye, kîjanê ça welat xwera dibîne. Ew tê nasîn ça camêrekî giran, xweyê sozê xwe, xebathiz, orgenîzekirî u eynî wextê da gelek comerd u hezir bo alîkariyê.

Nadîr Nadîrov-Akadêmîk, Marşalê ulimê kîmîayê, yê navnetewî ye, pisporê karê sitendina neft u gazê. Ew hîm u bingeha bi zêmênto, ya mala kurdanê li Qazaxistanê, ew Don-Kîxotê miletê meye.

Sîrinê Elî Mustefaev-arxîtêktê keddar, bîznesmen. Gava nasiya min danê wî, gotine min- Çi bînayên xweşik u navdar li Alma-Atayê bivînî, bizanibe, bi pirojêya Birêz Şîrin hatine ava kirin. Min şanazî pê kir, ev serbilindayî bu bo miletê kurd. Şîrinê Elî şewitiyê doza Kurdistanêye, tim dev bi ken u sohbet xweş, ji tu şayîke kurda bê par namîne, kêfçî, jin u jîyan hize.

Birêz Bariyê Bala- Ez vî camêrî hela jı radıo u rojnema ‘’Riya Teze’’ lı Yerevanê naz dikim, şaêrekî pir bi merîfet u bi talent, heta bêjî ru nerm, xemxur u dilovane.

Birêz Mehemmed(bıborin, paşnavê nizanim)- înjênêr, ronekbîrekî hêja, le Ermenistanê di gelek postne berz da ker kiriye, naha jî dîsa xweyê dereceke bilinde li Qazaxistanê.

  Lêborînê dixwazim, eger min yek bîr kiribe.

Hevalên hêja! Hun ewledên gelê kurd, yên xwedî merîfeta xwezayî, ya mezinin. Hun hêjayî hizkirin u qîmetkirineke bilindin. Gelê me mohtacê sexsên wek wene, ber ku hun hertim bi derd u kulê Kurdistana xwe va dijîn u dikewgirîn. Qedirgirtina hunermenda miletê xwe jî îzbata vê yekêye. Ez we gişta hiz dikim. Ew rojên li gel we derbaskirî ji xweştirîn rojên jîyana minin. Sipas.

 

  Aslîka Qadir-rojhilatzan, hunermend

  E-maıl, [email protected]

 

 

 

 

 

 

Back to top button