Polîtîk

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di 09.12.2014an de roja sêşemê di derdora saet 23:00 de bûyereke nexweş qewimî û weke Tevgerê agir bi dilê me ket. Serokê komeleya me yê Sêrtê Kak Dilgeş Bîlek, jîyana xwe bi dawî kir.

Li ser vê bûyera nexweş çapemeniya nijadperest a Tirk dest bi weşandina nûçeyên derew kir. Li gor nûçeyên çapemeniya nijadperest a Tirk dibêjin, Kak Dilgeş Bîlek hatiye kuştin. Em ji bûyerê agahdar in û tişteke bi vê rengê tuneye.

Pêşiyê em eşkere dikin, hêzeke ku hevalekî me bikuje û em tola hevalê xwe jê hilneynin em nasnakin; ne li Kurdistanê û ne jî li Rojhilata Navîn.

Em dizanin ku sedema van nûçeyan bera berhevdana ciwanên Kurd in û bi temamî encamê aqilê dewleta kûr e. Lê em ji roja ewil heta îro hewl didin ku neynûka ciwanekî Kurd bi destê ciwanekî din ê Kurd neyê şikandin. Loma em vê lîstika wan ê qirêj dibînin û bang li kadro, heval û hogirên xwe dikin ku bi van nûçeyên derew bawer nekin.

Li gor orf û edetên me Kurdan sê roj me ezaya xwe danî û loma heta niha me di derbarê vê bûyerê de nivîsek parvenekir. Em niha derewên çapemeniya nijadperest a Tirk eşkere dikin, armancên wan deşîfre dikin û mafê bersîvdayîna xwe jî veşartî dihêlin.

Em spasdarê hemû heval û hogir û saziyên sîyasî ne ku di van rojên me yên bi jan û êş de li me geriyan û me tenê nehiştin.

Êşa me giran e. Em sersaxiyê di serî de ji malbata xwe û ji hemû heval, hogir û heskiriyên Kak Dilgeş Bîlek re dixwazin.

Emê Kak Dilgeş tu carî ji bîr nekin. Ew ji bo me ne tenê hevalek bû. Ew ji bo me birayek bû. Em tu carî ji bîr nakin ku dema hovên DAÎŞê êrîşê axa Kurdistanê kirin, çawa pêşiya me gişa çû eniya şer. Wek ku emê tu carî fedakariya wî û ew rûyê wî yê tim bi ken ji bîr nekin.

Bîranîna wî wê di têkoşîna me de bo me tim bibe hêzeke mezin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button