Zimanzan Zana Farqînî: Dengê xwe nedin kesên ku bi Kurdî nizanin!

Zimanzanê Kurd Zana Farqînî ji namzetên hevserokên DEMê pirsî: “Çima hûn bi Kurdî propagandayê nakin?” û bertek nîşanî wan da.
Zimanzan Zana Farqînî, yê ku ji partiya HDPê bûbû namzetê meclîsê lê HDPê namzetiya wî qebûl nekiribû, ji bo zimanê Kurdî bertek nîşanî rêvebirên partiyê da.
Zimanzanê Kurd Zana Farqînî, di peyama xwe ya medya civakî de hem bang li namzetên hevserokatiya DEMê û hem jî hilbijêran kir.
Farqînî ji namzetan re got: “Hey namzedên DEM Partî, çima hûn bi piranî postên xwe bi Tirkî parve dikin? Çima Kurdî ji te re ewqas tal e? Dengê xwe nedin kesên ku bi zimanê we nizanin“.
Farqînî bang li hilbijêran jî kir û got: “Ey dengdêr dengê xwe belaş nedin kesî. Kesên ku bi zimanê we nizanin qebûl nekin. Ji wan re bibêjin ‘Xelata dengê min ziman û hebûna min e'”.