Karsazên Amedê berê xwe dan Hewlêrê

Heyetek ji karsazên Diyarbekirê serdana Herêma Kurdistanê kir. Piştî hevdîtinan karsazên Duhok û Hewlêrê ji bo Fuara Tûrîzm û Gastronomî ya Mezopotamyayê hatin vexwendin.
Heyeta ku di nav de Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya û Serokê Borsaya Bazirganiyê Engîn Yeşîl jî hebû, çû Herêma Kurdistanê.
Şandê yekem serdana xwe ji bo Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê kir. Di hevdîtina bi Rêveberiya TSO ya Duhokê re, pirsgirêkên gumrikê, pirsgirêka vîzeyê, derxistina Iraqê ji lîsteya welatên hedef a hinardekirinê, derbasbûna transît, fêdewergirtina endamên TSO yên Duhokê ji nexweşxaneyên taybet ên Amedê û beşdarbûna fûarên ku wê bên lidarxistin, hatin nirxandin. Serokê TSO ya Duhokê Şukrî Gameel Nûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di hevdîtinê de hatine gotûbêjkirin, ji DTSO û DTB piştgirî xwest.
Rawestgeha duyem: Hewlêr
Karsazên Amedê di roja duyemîn a bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de serdana seroka nûhilbijartî yê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Gailan Saaed û rêveberiya wî kirin. Serokê DTSO yê Kaya di serdana xwe ya TSO ya Hewlêrê de diyar kir ku divê têkiliyên xurt ên bi TSO yên Hewlêrê re bi rêveberiya nû re dewam bikin û ji bo xurtkirina têkiliyên bazirganiyê serdanên hevpar gelekî girîng in û ew Hewlêrê wek mala xwe dibînin. Hewlêr destnîşan kir ku têkiliyên bi TSO re bi protokola ku di sala 2008an de hatibû çêkirin dest pê kir û ev protokol di wê demê de yekemîn têkiliya bi Tirkiyê re bû.