Di derbarê bê rêziya Elî Bapîr li himber Al Kurdistanê de tevgera Ciwanên Kurdistanê Daxûyaniyek belav kirin. Daxûyaîya Tevgerê: JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REDi demeke ku li her çar parçeyên Kurdistanê şer didome, hêjmara mirîyan êdî naye jimartin, bi milyonan Kurd koçber bûne û bi awayeke ku naye hêşê mirovan û di fîlman de jî nehatîye dîtin di ser rêya koçberîyê de dimirin tenê çareserîyeke me heye. Têkoşîneke ji bo serxwebûna/dewletbûna Kurdistanê, li ser nirxên netewî û bi hişmendî û sîyasetek netewî. Di demeke wiha girîng de nîqaşkirina nirxên netewî, îxanet e. Zimandirêjîya li ser nirxên netewî, perçeyeke sîyaseta dagirkerên Kurdistanê ye.Îsal di destpêka sala nû ya Parlamentoya Kurdistanê de ji ber Elî Bapîrê cehş û partîya wî, sirûda netewî “Ey Reqîp” li parlamentoyê nehate xwendin û bi tenê mûzîka wî lê dan.Elî Bapîr, partîya wî û yên weke wî ji xwe cehş in û di xizmeta dagirkeran de ne. Partî û rêxistinê bi vî rengî li çar parçeyê Kurdistanê jî hene û mixabin hêjamara wan jî ne hindik e. Tim bi gavên bi vî rengî dixwazin nirxên netewî bêmane bikin û bi maneviyata Kurdan bilîzin. Lazime rêxistinên bi vî rengî di civîn, konferans û hwd. ên Kurdistanî de cih negirin. Hela li parlamentoya Kurdistanê qet cihê wan tene be. Îro Elî bapîr di biranîna şehîdên Enfalê de dema Ey Reqîp tê xwendin ranebe ser piyan û li parlamentoya Kurdistanê, li cihê biryardayîna Kurdistanê, peyvên Ey Reqîp ji ber vî cahşî neye gotin; nîşana pirsgirêkeke pir mezin û xeterîya li ser paşeroja Kurdistanê ye.Divê ne tenê li hember Elî Bapîr li hember hemû dûvikên dagirkeran, partî û rêxistinên Kurdistanî helwesteke zelal nîşan bidin û gavan biavêjin. Tunebûna vê helwestê, nîşana şirîkantîya îxanetê ye û bêdengî îxaneta herî mezin e.Hewceye ku Parlamentoya Kurdistanê biryarê bigire, hêza xwe bi kar bîne û cehşan ji parlamentoyê derxe. Barê vê gunehê li ser milên hemû parlamenter, partî û serokan e. Divê dadger û dozgerên Kurdistanê li hember Elî Bapîr û yên wek wî ji sûca “îxaneta Kurdistanê” dozê vekin. Lazim e miletê başûrê Kurdistanê li hember vê kiryarê bêdeng nemine. Ji ber ku ev mijareke netewî ye û tesîrê li hemû Kurdan dike.Li gor nûçe û agahîyan xuyaye ku li hember vê rewşê hîn gaveke fermî nehatîye avêtin. Ger hatibe avêtin, lazime miletê Kurd jî agahdar bikin. Ger nehatibe avêtin, divê rokê zûtir ev gav bê avêtin û çi hewce be bê kirin.Helwesta Parlamentoya Kurdistanê ku li parlamentoyê peyvên sirûda netewî negotin û hew mûzîka wî lê dan, wê xaleke reş be di dîroka parlamentoyê de û di dîroka hemû mesûlan de ku niha xwedî peyv in. Ger dixwazin ev xala reş mezintir nebe, divê rokê zûtir toqa vê fedî û îxanetê ji ser xwe bavêjin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ (TEVGER)08.09.2015