Hevpeyvîn

Mesrûr Barzanî daxwaza çekên giran dike

Şêwermendê konseya ewlekariya neteweyî ya Kurdistanê di hevpeyvînekek xwe de dibêje ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir çek û cebilxaneyê heye û eşkere dike ku, ev çwar mehin tu çek ji hevpeymanan negihiştiye pêşmergeyê Kurdistanê.Mesrûr Barzanî şêwermendê konseya ewlekariya netweyî ya Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel BBC dibêje ku qutkirina budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve tesîreke nêgetîv li ser bereyên cenga dijî terorîstên DASÎŞ hebû:- Pêwîstiya pêşmerge ne bi tenê bi çekê dijetank, lê pêwîstî bi tankan bi xwe jî heye daku bikaribe çeperên xwe li eniya şer baştir mikom bikin. Ew çekên pêwîstiya me pê heye, bi taybetî çekê giran, li ber destê me nine û ev ji meha gulana îsal were çek ji bo pêşmerge nehatiye.Barzanî dibêje ku raste Almaniyayê çekê Mîlan yê dijetank bi pêşmerge daye û her çiqa ev çek gelek bi banorede jî, lê hijmara wan kême û têra hemû bereyên şer nake:- Em alîkariyên wan welatan yên di ware çek û cebilxane de alîkariya pêşmergeyê Kurdistanê dikin, bilind dinirxînin, lê ev şer ev ji salekê zêdetire dom dike û bi dirêjahiya zêdetir ji 1000 kîlometroyan bereyên şerî digek DAÎŞê hene û ji bona parastina vê deverê pêwîstiya pêşmergeyê Kurdidtanê bi zêdetir çek û cebilxaneyê û bi taybetî jî bi çekê giran heye.Şêwermendê konseya ewlekariya neteweyî ya Kurdistanê di hevpeyvîna xwe ya digel televizyona birîtnaiyayî BBC dibêje ku, terorîstên DAÎŞ çekê kîmiyayî li dijî pêşmergeyê Kurdisdtanê bikaraniye û bidehan hezaran pêşmerge li bereyên şerin, lê delwtên hevpeyman bi tenê hazr mask ji bona xweparastin ji çekê kîmiyayî bi pêşmerge dane.

Back to top button