Tevgera Goran êrîşî Partiya Komunîst dike
Tevgera Goran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa destpêkiriye her carê êrîşî partî û rêxistinek siyasî dike û bi tometên bêesas tawanbar dike. Rabûn Maruf endamê parlamentoya Kudistanê ser bi Tevgera Goranê, di hevpeyvîneke xwe de êrîşî ser Partiya Komunîsta Kurdistanê dike û bi patiyeke biçûk û bi rol û wesif dike û dibêje ku ew partiyên biçûkên başûrê Kurdistanê bi partî nizane.Ebo Karwan serokê firaksyona azadî li parlamentoya Kurdistanê ku ew di heman demê de endamê polîtbûroya Partiya Komunîsta Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de bo malpera Basnews besiva wî kadiroyê Goran dide û dibêje: Partiya Komunîste gelek ji wê yekê mezintire ku parlamenterekî Goran xebat û tekoşîna wê sifir bike yan jî bi cave bênirix û rol li dîroka Partiya Komunîst temaşe bike.Ebo Karwan dibêje: Partiya Komunîsta Kurdistanê yek ji partiyên xebatkerên Kurdistanê ye, gelek xizmeta miletê kurd kiriye, çiya û nihal nemaye Partiya Komonîsta Kurdistanê qurbanî tê de nedabin. Êdî ez nizanim çima ew parlamenterê Goran bi wî awayî behis dike. Weke tê zanîn beriya heyamekî serkirdeyên Tevgera Goranê êrîşî kêmneteweyên Kurdistanê; tirkmen, aşûrî, kildanî û ermenan kiribû û ew bi paşkoyên partiyên din tometbar kiribûn.