Nivîsar

Zikrî Mûsa, Êşandina Şingalê û rastiya ketina Şingalê nivîsî

Êşandina Şingalê

Li sê ya meha tebaxa 2014 Da’îş êrîşî devera Şingalê kir û li encamê da tawaneke mezin li beranber welatiyên bêgunehên Êzîdî bi taybetî nîştecihên komelgehên Başûrê Çiyayê Şingalê ji aliyê terorîstan ve hate encam dan. Karesata Şingalê berdewamiya wan karesatan bû ku bi dirêjahiya dîrokê li ser gelê Kurd da hatibû. Li karesata Şingalê da Êzîdî ketin ber şimşêra cehalet û terorê ku li warê dirindeyî û wehşîgeriyê da wêneyên li dîrokê da kême. Ew rika mezina beranber Êzîdiyan hebû vedigeriya li ser Kurdbûn û ola wan. Tawana wan nemirovane û diltezîn bûn û dirindeyiya Da’îş û îdeolojiya wê ya gemar zêdetir ji bo hemû cîhanê derket. Mixabin li beranber wê trajediyayê beşeke hêzên siyasiyên Kurd vê karesatê wekî derfet dîtin ji bo lekedarkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge. Li tolhildan û kevandina vê birîna kûr da beşdar nebûn, ji ber ku xwestin bi şîroveyên balkêş û seyr û semer birîna Şingalê kûrtir bikin û Partiya Demokrata Kurdistanê ku zerermendê serekiyê şerê Da’îş bû, zêdetir biêşînin.

Şingal hate firoştin… Radestî Da’îş kirin… Pêşmerge revî… û hwd. Beşek ji wan her nedizanîn Şingal çiye û ketiye kîjan deverê ku xwestin bi van şîroveyan celadê serekî ku Da’îşe wenda bikin û xelk sedemên ketina Şingalê jî nezanin.

Şingal ji bo çi ket?

Ji bo ku Kurd vê karesatê wekî ezmûnek werbigrê divê sedemên rastîn wekî xwe bêne behs kirin û rê li dûbarebûna rûdanên wekî vê bêne girtin:

Yekem: Mezintirîn sedema ketina Şingalê cografya wê bû. Şingal ji axa Herêmê ve heftih heta noht km ji Kurdistanê ve dûre û wekî giraveke ku bi navçeyên Erebnişîn ve hatiye dorpêç kirin. Rêyên serekiyên Şingal (Rebî’e – Şingal. Zumar-Şingal. Tele’fer – Şingal) ku li nava Ereban da derbas dibe. Li dema hatina Da’îş ew hemû rêyên serekî ji aliyê eşîrên Ereban ve hatibû pêçan û Şingal hatibû dorpêç kirin û hêzên piştevaniyên Pêşmerge nekarîn tevbigerin.

Duyem: Eşîrên Ereban nepakiyê li Êzdiyan kirin û hevdestiyê li gel Da’îş kirin. Her çende sedan sal bû wekî cîran li gel hevdû jiyabûn. Ewan bi Êzîdiyan ragihandibû ku ew navçeyên xwe vala nekin û wan mîsogeriyê ji Da’îş wergirtine ku kes neêşînin. Ji bo wê yekê daxwaz ji Êzîdiyan kiribûn ku vegerin. Beşek ji Êzîdiyan li ser çiya vegeriyan lê belê li rastiyê da wan heman hoz û eşîran li gel Da’îşan ketin canê Êzîdiyan û tawankariyeke mezin encam dan.

Sêyem: Hêzên Pêşmerge û Zêrevanî ku li navçeya Şingalê da cêgîr bibûn zêdetir hêzên çavdêriya rê û ban bûn û hêzeke mezinê şerker nebûn ku bikarin li wê cografyaya fireh enî û bereyeke berevanî û berxwedanê dirust bikin.

Çarem: Ji ber dorpêça donzdeh saliya Bexda li ser Pêşmerge, çekên Pêşmerge kevin û ji karketî û sivik bû. Li beranber da çekên Da’îş pêşketî bû. Da’îş pêşketîtirîn çekên Amerîkayî û Rûsî bi qebareyeke yekcar mezin li ber dest da hebû.

Parsengiya çek û cografya û şerê derûnî li qazanca Da’îş bû û Şingal lawaztirîn xala Kurdistanê bû û terorîstan karîn wê karesatê pêkbînin. Her çende Pêşmerge karî li Çiyayê Şingalê berevaniyeke qehremanane bike û sedanhezar xelkê biparêze û heta çar mehan jî rê neda Da’îş Çiyayê Şingalê bigre.

Şingal waneyeke neteweyî û niştimaniye, ji bo parastina her çi zêdetire divê Kurdistan bike û ji bo paşerojê nêrîneke stratejiyaneye. Her çi nêrîn û şîroveyên partiyane ji bo karesata Şingalê heye misqalek bihaya zanistî û siyasî û neteweyî nîne û xizmeta berjewendiya niştimaniya gelê Kurdistanê nake û tenê gengeşe û muzayedate. Waneyên dîrokî û cografî û stratejik û hêza Kurdistanê ji dijmin diparêzê neku muzayedat û gengeşeyên hizbî.

Ji bo azadkirina Şingalê û Çiyayê Şingalê ji destê Da’îşê, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pênç sed şehîd da. Ji bilî wê piştî azadkirina Şingalê hinek aliyan kar ji bo ewe kirin ku beşeke Êzîdiyan bibin nav rêzên Heşid bo ku dûberekiyê li navbera Êzîdiyan dirust bikin. Li wir hebûna PKK jî zêdetir perçebûn û ji hevdû veqetandinê li nav rêzên Êzîdiyan kûrtir kir. Piştî rûdanên şanz dehê cotmehê li ser daxwaza kesayetî û rihspiyên Şingalê hêzên Pêşmerge ji Şingalê paşve vekişiyan bo ku şer li navbera wan Êzîdiyan rû nede ku beşek ji wan Pêşmerge bûn û beşek jî Heşd. Ji bo wê yekê rêkeftin kirin ku Êzîdî bi xwe îdareya navçeyên xwe bikin. Eve rêkeftineke baş bû bo ku êdî karesat û şer li ser Êzîdiyan da neyê birin. Lê belê ew rêkeftin jî nehat bi cîh kirin û niha Şingal di destê Şingaliyan de nîne û di destê xelkeke dine. Da’îş li Şingalê komkujiyê kir, lê belê xelkeke din û hêzên wan yên herêmî her li êşandina Şingalê de berdewamin. Birîna Şingalê bi wê yekê nayê kevandin, divê hêzên derfetperest dest ji Şingal û Şingaliyan bînin û Şingalê bidin xelkê Şingalê.

Zikrî Mûsa

03.08.2020

Back to top button