PolîtîkRojev

Hindawî: Ji ber sê sebeban Kazimî biryara hilbijartina pêşwext da

Hisên Hîndawî Şêwirmendê Serok Wezîrê Iraqê li daxuyaniyek da ragihand, sê sedeman wiha kiriye Mistefa Kazimî Serok Wezîr dema encamdana hilbijartina pêşwext diyar bike ew jî yekem ji bo tekez kirina pêgirîbûna xwe ya bi karnameya Hikûmetê de hebûye, duyem wekî bersîvdana daxwaziyên kolan û xwepêşanderan û sedema sêyem jî peywend bi amadehiya Komîsyonê ya ji bo birêvebirina hilbijartina li meha hezîrana sala 2021 da hebû.

Her wiha got: Hikûmet sozê daye hemû piştevanî û kar hêsaniyek ji bo Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan bike, wekî komîsyon jî behsa ewe kiriye li meha Eylûlê ve heta destpêka sala 2021 tomarên dengderan li ser bingeha biyometrî amade dikin, li gor lîsta nû ya hilbijartinan jî Iraq ji 18 bazinê ve ji bo sedan bazinên hilbijartinê tê dabeş kirin û pêşniyar hatiye kirin ji bo her qezayek ku 100 hezar dengderê xwe hebê, kursiyek ji bo wê bê dabîn kirin.

Back to top button