CivakRojev

Çûyîn hatin li deriyê Xabûr ji bo heftiyekî hate sekinandin

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rewşa belavbuna vîrûsa Koronayê daxûyaniyek nû belav kir.Wezereta navxwe ragihand ku, deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dê bo dema heftiyekê ji bo çûn û hatina xelkê û geştyaran bihê girtin û tenê dê tevgera bazirganî li gor rênimayên berê berdewam be.

Di daxuyaniyê de tê gotin, qedexeya çûn û hatinê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê dê weke xwe bimîne û çûn û hatina di navbera parêzgehên Kurdistanê û Iraqê de jî bo dema heftiyekê bi tevahî tê rawestandin.

Têkildarî rewşa deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûr ê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, çûn û hatina xelkê û geştyaran li vî deriyê sînorî bo dema heftiyekê tê rawestandin.

Li gor biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, tenê jibo rewşên gelek pêwîst û bi biryara Wezareta Navxwe çûn û hatin dê li sînorê Îbrahîm Xelîl hebe.

Herwiha tevgera bazirganî li sînorê Îbrahîm Xelîl dê li gor rênimayên pêştir ên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Di daxuyaniyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kiriye, tevahiya cihên giştî yên wek market, xwaringeh û cihên bazirganî nabe rê bidin ku hemwelatî bêyî mask derbasî wan cihan bibin, berovajî wê yekê dê ew cih bo dema 10 rojan bên girtin û xwediyên wan cihan dê milyonek dînar bêne cezakirin.

Li gor biryarên nû, cihên giştî yên wek park, kafeteriya û çayxan jî tên girtin, herwiha tevahiya merasimên wek şîn û serxweşî, aheng û merasimên civakî hatin qedexekirin.

Wezareta Navxwe herwiha biryar da, ku ofîs û klînîkên pizîşkî yên pizîşkên giştî, pizîşkên didanan û tagîgehan bo dema 14 rojan bên girtin.

Back to top button