Nivîsar

Zewaca dîrokê

Di zewaca neha û ya paşêrojê de gelek tişt hate guhertin,  malbatê keçek diecibandin û bi xwazgînîya ke girsehî di çun dixwestin, li gor dewlemendîya malbatê û hebûna wan qelen û zêr bazar dikirin, qîza mal mezina û feqira qalenê wan cuda bûn,.

Piştî kû kir û bira xwe dikirin qewlê dawetê û şerbetê datanîn. şerbet ! li mala geçikê çêdibû di sitîlan de şekir û boyaxa  sor ya xwarinê  li hev dixistin dibû şerbet tasa yendo  di nav sitîlê de dadikirin û xedeh tije dikirin, li mevana belav dikirin wan jî vedixwar bi kêf xweşî .

 Mevan der û ciran meriv bûn  weke kû kesî tu carî buk neditîye çavê heman li  bukê bû , buk ji şerma timî li erdê dinerî qet serê xwe ranedikir û li dora xwe ne dinerî.
Gustilka wê dixistin tilya wê zêrê wê pêve dikirin . mevanê kû hatibûn wan jî çi ji wan qedîya be xelata xwe datanîn.

Piştî gustilkê û hinekî bidev sitran  digotin li dora bukê  an jî li ber teyba direqisîn an  govend digirtin. pîrozbahî ji hevre digotin û belav dibûn .heta deh rojan paşgotinîya bukê  dikirin .pozê wê dirêj bû, qama wê qut bû , reşî bel bû, an jî wele buka mala eyşo hêjaye gewrî bozek dirêje mina tak rihane. bi vî awayî didome,  bukê jî dest bi cihaza kirîye dineqişîne zemberîşên xwe dineqişandin .li ser hizarê sipî bi tayıkê rengîn û diket xeyala lê dergistiyê xwe nabînê ya carekê li ber kanîyê bidita an jî li ser ê xanî ji durve, lê kelecana wê çêdibû . bavê wê qelenê wê sitendîye, dayik dibêje ma emê pêncî kilo hirî bistinin da em bedlik livinê wê çêkin .

Herkesekî li gor xwe cihazê keça xwe ama de kirîye .cihazê keçe wan bedlik livin û sebed  qafes bû, malbata zavê jî oda buka xwe xemilandine ,biro ( dolaba cila ) qeryolê buke amade kirine ica dema dawetê ye, gazî xelkê xwe dikirin  ban kemençê an jî mitirbê ku li def û zirnê dixistin. beranek , an jî li gorî aborîya xwe hinekan jî jonegak serjêdikirin goşt u pirinç di sitîlan de li ser tifikan didan ser .

Berbûrî diketin heyra cilan her yekî ê ku dikirin û ê ku ji hevdû distandin roja hinê  li ber sitrana hine  şil dikirin, jinan destê xwe li hef dixisitin u distiran ,” hinê binin teştê kin şîr û şerbê tê lê kin bina zavê pir tengê ” destê bukê hine  dikirin li dora wê dilan dikirtin mitribajî li  derve li dahol û zirnê didan, kemençeçîyan li ber jina radivestîya digot “serê memkê te xweşin weke liba hinarê ”  lê her yekî bi awayekî distira û xwe dizivirand bi kemença xwe  re, dilan xweş dibû qiz û xortan govend digirtin.  Dibû sibeh cardî berburî diciviyan, def û zirnê lê dida..Buk di xemilandin çavê wê kil dikirin,  ji xwe ji êvarde dest û lingê wê hine kiribûn. xemla wê lê dikirin di pişta perdakê de dayıka bukê u xuşkê wê digirîyan buk jî digirîya .

Zava derdiket ser serê xanî hinek perê u şekir kirinê berîka wî û çend hevalên wî li bendî bukê bûn dema kû buk dehat ber derî, şerbikekî avê biçuk didanê destê wê bukê li erdê dixist, zavê jî pere u şekir davête  ser serê bukê zarokan êrîşî wan şekiran dikirin. demakû buk û zava li odê tenişta hevdû datanîn temamê qiz û jinê berburî êrîşî odê dikirin .bêhn dernediket ji ber       girsehîyê .keçe kê ji wan baweşîn li ser buk û zavê  dikir bi xewlîyê, buk iro bi nirxe heta sibehê an çend rojan,  temamê mehwanan jî çavên xwe ji wan qut nedikirin buk û zava şerm dikirin cardî zava hinekî dibeşimî lê bukê serê xwe rane dikir .

Li derve xwarin amade buye  êdî dema xwerinê ye xwesu, yanî dayika zavê, xwe pozbilind dikir, ji mêvana re digot de keremkin kesek bê xwarin neçe, sifrê  dirêj radixistin li dorê dicivîyan û xwarina xwe dixwarin. lê pêşî mêra dixwar pişti kû mêran di  xwar ica ji jinare  hinek lê zêde dikirin û deanîn. destê jina ên zarokan bi hine bû sor dikir pirinç li ser destê wan biketa ew jî rengekî cuda derdiket holê u behna hinê ji wan dihat. xwarina xwe dixwarin û belav dibun,  çend hevalê zavê diman ku li pişta zavê xin u bikin odê de, pîre jinek jî bi bukê re hatîye ji tenişta wê ranabe heta ku zava were odê, dema ku zava tê pîrê jin bi lez û bez derdikeve derve dema ku derdikeve pîrejin, kelecana bukê zêdê dibe. de ica zava u ucdanê  xwe… Sibêhê dayıka zavê rusipîtîya bukê tînê dide pîrê jinê û xelatek jî jê re amade kirîye fistanek kirîye pîrê jin,  bukê nabînê xatir dixwaze û diçe.

Dema sersibehîyê an jî sêrokî li gor herema dehat  guhertin li cihna sersibehî bû li cihna jî sêrokî bû, cardî jin dicivîyan û bukê cilê xweyî xweşik li xwe dikirin û bi şermokê  derdiket gel mêvanan. zava jî cardî bedlê xwe li xwe dikir tilîyek wî sor bû ji hinê. lê li gel jina nedisekînî,   carna xwuya dikir jina serê xwe dirêj dikirin lê dinêrin. ji durve wî pîroz dikirin,   wê rojê jî bi kêf û henek derbas di bû. roja sisîyan buk êdî radibe u bi kar û barê malê dikeve yek carna mêvan tên buk dibezê kar û xizmetê jinika cirana dibêje kuzî nuhe avî cemîdîye . yanî buk nuye xwe didde nişandan.

Li gor zewacê iro tu tiştek wekî berê nemaye, ew jî gotarek cudaye.

ZÎNÊ AMEDÎ.
Diyarbekir           

Back to top button