Zemanê 50-50 nema
Peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de got ku, postên kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê dê li gor ka her partiyekê çend kursiyên parlamentoyê hene bên dabeş kirin û zemanê dabeşkirina 50-50 di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yakêtiya Niştimaniya Kurdistanê de nema.
Cafer Îbrahîm ji ajansa Anadol re got ku, di van rojan de dê serokê herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erikdar bike û dê serokatiya parlamentoyê jî bê diyar kirin.
Îbrahîm got:
– PDK dixwaze li ser bingehê lihevhatina niştimanî û hevbeşiyê hikûmeta nû ava bike. Hemû partî û alî dê li gor dengên xwe yên li hilbijartinan bidest xistine, postan werbigirin. Em bi beşdariya tevgera Goranê di hikûmetê de gaşbîn in. Digel YNKê jî em dê rêkeftina stratejîk li ber çavan bigirin lê poste weke berê bi 50-50 nahên dabeş kirin.
Peyvdarê PDK got jî ku, beriya serê sala nû, serokê Kurdistanê dê ji bo pêkanîna hikûmetê Nêçîrvan Barzanî erikdar bike û serokatiya parlamentoyê jê dê bê hilbijartin.