Polîtîk

Serokwezîr serdan Bexdayê dike

Serokwezîrê Herêma Kuridstanê Nêçîrvan Barzanî, bi mebesta gotûbêjkirina hinek mijar û pirsên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê, serdana Bexdayê dike.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Biryar e serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de serdana Bexdayê bike”.

Sefîn Dizeyî ragihand ku mebesta serdana Barzanî bo Bexadyê “Gotûbêjkirina hejmarek pirsên hevpar ên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, ku pêwîste bi hûrî bên gotûbêjkirin”.

Dizeyê da zanîn ku heta niha roja vê serdanê nehaitye diyarkirin û wiha axivî: ”Em niha gotûbêjan derbarê diyarkirina roja serdana Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re dikin”.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje kir ku ”Em beşek in ji Iraqê û çend pirs hene ku pêwîste gotûbêj li ser bên kirin bi taybety pirsên siyasî, aborî, rewşa ewlekariya her du aliyan, girêbestên petrolê û bûdceya sala 2014an û ev beşekin ji rojeva serdana Barzanî ya Bexdayê”.

Back to top button