CîhanRojev

Zelensky: Quds ji bo dîtina aştiyê cihekî guncaw e

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky şeva borî li ser danûstandinan li Qudsê got: “Ji bo dîtina aştiyê cihekî guncaw e.”

Volodimir Zelensky di peyameke Telegramê de diyar kir: “Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet hewla dîtina rêyekê dide ji bo danûstandinên ligel Rûsyayê, em jî xebatên wî teqdîr dikin, da ku em demildest dest bi gotûbêjên ligel Rûsyayê bikin, dibe ku em li Qudsê gotûbêj bikin, ew der cihekî baş e ji bo dîtina aştiyê, eger tiştekî wisa were kirin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet hewl dide ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bike, piştî destpêkirina operasyonên serbazî yên Rûsyayê, Naftali Benet serdana Moskowê kir, piştre bi rêya telefonê bi Zelensky re axivî.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê 24ê Sibata 2022yan danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Putin diyar dike ku Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endama NATOyê.

Back to top button