Fermandariya Leşkerên Roj bi minasebeta Cejna Newrozê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî kir.
Daxûyanî:
Bi helkefta Cejna Newrozê, Cejna Sersala Kurdî, cejna azadî û rizgariyê, em pîrozbahiyek germ arasteyi gelê xwe yê Kurd dikin, her weha li, sembola dastana xebat û têkoşîna Kurdî, serok Mesûd Barzanî û malbatên pakrewanan û Pêşmergeyên qehreman il qadên têkoşînê bi serfirazi berdewama bin di erkê pîroz de , herwiha saxlemî ji bo birîndaran. Em hêviyê ji Xwedayê mezin dikin ku ev cejna hezkirin, lêbûrîn û hevbiratiyê be, herwiha Kurdistan bi asayiş, ewlehî û aramiyê geş û şad be.
FERMANDARIYA LEŞKERÊN ROJ
20ê Adara 2022