Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê pêxist

Serok Barzanî li parka Şaneder ya Hewlêrê agirê Newrozê pêxist.

Vê êvarê ahengên pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî Herêma Kurdistanê dest pê kirin û li her derî agirê Newrozê hat vêxistin.

Li Hewlêrê jî li parka Şaneder agirê Newrozê ji aliyê Serok Barzanî û çend zarokên şehîdan ve hat vêxistin.

Di ahenga Hewlêrê de ji bilî Serok Barzanî, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên din yên Kurdistanê beşdar bûn.

Ahenga Newrozê li Hewlêrê û gelek deverên Herêma Kurdistanê heta niha jî didome.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: