Nivîsar

Zelalî û paqijiya li nav malê

Dema zimanek hevpar û zelaliyek di mejî û ziman de tunebe, jihevkirina van daxwazan zehmet dibe.

Roger Çağer

Di çend salên dawî de Kurdên xwedî hêst û nêrîneke netewî li ser medyaya civakî bi awayeke xurt xuya dibin. Medyaya civakî derfetê dide me ku bertek û helwestên xwe, fikir û ramanên xwe li hember bûyeran nîşan bidin. Em jî vê derfetê bi kar tînin. Carna dikarin li dor mijarekê kom bibin û helwestek hevpar nîşan bidin lê gelek caran hemû kes wek şexs vê derfetê bi kar tînin.

Li gel ku Kurdên xwedî hest û ramanên netewî zêde ne û bi bandor in jî ji vê zêdebûnê helwesteke hevpar dernakeve. Gelek sedemên vê rewşê hene û mirov nikare hemû sedeman di nivîseke de bi awayeke zelal binirxîne. Loma ezê li ser du sedemên ku li gor min girîng in binivîsim.

Sedema ewilî ew e ku em ne xwedî zimaneke hevpar in. Sedema wî jî tevlîhevîya têgehan e. Carna em heman daxwazan bi têgehên cuda tînin ziman, carna jî bi heman têgehan em qala tiştên cuda dikin. Ev dibe sedema tevlîhevîyê û em di vê tevlîhevîyê de nikarin di navbera xwe de dîyalogek xurt ava bikin. Mînaka herî ber bi çav ew e ku gelek kes û alî û rêxistin di bin navê daxwazên netewî de daxwazên siyaseta kêmnetewî tînin ziman û diparêzin. Dema zimanek hevpar û zelaliyek di mejî û ziman de tunebe, jihevkirina van daxwazan zehmet dibe. Wê çaxê parastina fermîbûna zimanê Kurdî di nav pergala dagirker de wekî daxwazeke netewî xuya dike.

Em dikarin vê pirsgirêkê bi nîqaşên li ser têgehan çareser bikin û zimaneke hevpar ava bikin. Avakirina ziman û hişmendiya hevpar wê bibe sedema zelaliyê li ser mijarên netewî û emê ji nîqaşên ku me ji armanca me dûr bixe û me manipule bike dûr bikevin. Ev jî wê him mejiyê me rehet bike û him jî wê wextê me belasebe neçe.

Sedema duyemîn jî ew e ku mirovên ne xwedî hêst û ramanên netewî ji nezelalîya ku li jor hatiye qalkirin fêde dikin û bi maskeyên xwe di nav me de digerin. Herkê bi sedemekê vî tiştî dikin lê sedemên wan ne girîng in. A girîng texrîbata ku ew didin vê dozê ye. Ew naxwazin zelalî hebe. Mijaran li gor xwe şîrove dikin û mejiyên tevlîhev tevlîhevtir dikin. Mînaka herî dawî girtina endamê PCSê Ferîd Azad e.

Ferîd Azad ev cara diduyan e tê girtin. Endamên PCSê li ser girtina wî û helwesta xwe gelek caran axivîn û nivîsandin. Dîsa jî hîn kes û alî derketin û sedema girtina Ferîd Azad wekî ku tenê axaftina bi Kurdî be nîşan dan. Hinekan jî wekî ku sedem bilindkirina Alaya Kurdistanê be nîşan dan. Ev her du nêrîn jî ne temam in. Helbet dagirker naxwazin em zimanê xwe biaxivin û sembolên xwe derxin pêş. Ji van tiştan jî aciz in. Lê sedema girtina Kurdan bi tena serê xwe ne ev her du xal in. Sedema girtina Ferîd Azad fikrên wan û lihevkirina fikir û pratîka wan e. Mirov ji nav wan xebatan hew Kurdî ya jî hew Ala Kurdistanê derxe pêş him neheqî ye li wan xwişk û birayan û him jî dûrxistina mijarê jî cidîyetê ye.

Di heman demê de tesîreke din a vê kiryarê heye. Dema mirovek bi nav rewşenbîr an jî rêxistinek bibêje ku Kurdek ji ber axaftina Kurdî hat girtin, ev dikare tirsek di nav civatê de peyda bike. Hinek kesên ku bawer bikin dikarin ji bo neyin girtin xwe li axaftina Kurdî sist bikin. An jî dîsa mijar wekî Ala Kurdistanê bê famkirin, dibe ku hîn ciwan di bilindkirina Ala Rengîn de têkevin dudiliyê an jî hin malbat ji bo zarokên wan dûr bisekinin wan şîret bikin.

Weki ku em dibînin xisara mirovên ku bi maskeyên xwe di nav me de digerin ne hindik e. Loma divê em di nav mala xwe de paqijiyek bikin. Divê em nehêlin kes wekî ku ji me be xuya bike û hişê me tevlîhev bike, me manipule bike. Avakirina hişmendî û zimanek hevpar û zelal, wê vê pirsgirêkê çareser bike. Loma divê em bala xwe bidin ser vê mijarê.

13.04.2025

Back to top button