Polîtîk
Zêbarî û Durec peywendiyên Kurdistan û Kanadayê nirxandin
Êvariya 27.05.2020 Hoşyar Zêbarî Endamê Serkirdayetiya Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê li nivîsîngeha xwe ya taybetî pêşwaziya xanima Ashley Durec Serokê Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de her du alî behsa karubarên niha yên siyasî û tendirustî û aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha peywendiyên di navbera welatê Kanada û Kurdistanê nirxandin.