Cîhan

Amerîka: Hêza Da’îş wekî 2012 lêhatiye

Hejdeh heyve Navenda Rûbirûbûna Terorê Amerîka dûvdaçûnên hûr ji bo tevgerên Da’îş dike, encamê de derdikeve ku ew rêxistin çalake wekî sala 2012 bihêz bûye.

Amar pîşan didin, rêxistin piştî ji destdana axa bin desthilata xwe ya li Iraq û Sûriyê êrîşên xwe zêdekirine û gelek xwîn rijandine.

Ew navenda ser bi Akademiya Serbazî ya Amerîka bi hûrgiliyan diyar dike ku êdî Da’îş gihîştiye wê astê divê xwe ji bo wê yek bixîn.

Navend beramberiya êrîşên Da’îş li her dû sala 2018 û 2019 kirine û derketiye ku ew rêxistin li sala 2018 da 308 bombeyan teqandiye, lê belê li sala 2019 hejmara wan bombeyên Da’îş teqandine 402 bombe zêde kirine.

Li gor Navenda Amerîkî Da’îş li sala 2018 da 1470 êrîş kiriye. Li sala 2019 da 1669 êrîş kiriye. Li çar mehên yekema îsal jî 556 êrîş kirine.

Back to top button