Polîtîk

Zêbarî: Hevpeymanan gotine nabê yekîneyên 70 û 80 bimînin

Babekir Zêbarî Serok Erkanê berê yê Iraqê li hevpeyvînek da behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê ya li hewlên xwe yên ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge kir û ragihand ku proje hatiye amadekirin û % 85 ê wê temam bûye.

Zêbarî tekez li wê yekê dike PDK û YNK heta niha rijdin li ser nehiştina yekîneyên 70 û 80 û her wiha dide zanîn ku Hevpeymanan jî ji me re gotine ku nabê ew berbelavî li nava Pêşmerge de bimîne.

Her wiha Babekir Zêbarî di derbarê Serokayetiya Nêçîrvan Barzanê de got di demeke aloz da wê postê wergirt, ji ber ku rewş nebaş bû, Korona jî li ser da hat, ewe jî wiha kir bandoreke xerap li ser karên wî hebê. Li gel ewe da jî karî gelek kar bike û hengavên baş jî li vî derbarî de ji bo çaksaziya li rêzên Pêşmerge û dam û dezgehên Hikûmetê de avêtiye. Heman demî de proje pêşkêşî Parlemen kiriye, Parlemen jî nirxandina wê projeyê li gel Hikumetê û aliyên peywendîdar kiriye % 85 ê wê projeyê rizamendî li ser hatiye dayîn. Bi piştevaniya xwedê qonax bi qonax ew proje li paşerojê de tê bi cîhkirin.

Back to top button