Konsulê welatan derbarê serokatiya Nêçîrvan Barzanî de çi dibêjin?

Îro salek bi ser sondxwarina Nêçîrvan Barzanî re weke Serokê Herêma Kudistanê derbas dibe, bi vê helkevtê konsulê welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî dikin û rola wî di posta Serokê Herêma Kurdistanê de û ji bo “xurtkirin û berfirehkirina demokrasiyê û bihêzkirina peywendiyan”, bi giring dibînin.

Konsulê Brîtanya: Herêma Kurdistanê rastî du prisgirêkên mezin bûye

Kunsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê, Jamis Sorintin ragihand, Herêma Kurdistanê rastî du prisgirêkên mezin bûye, pirsgirêka aborî û kirîza koronayê.

Jamis Sorintin herwiha got, pêwîst e Herêma Kurdistanê xerciyên xwe kêm bike. Sorintin derbarê Koronayê de jî got, girîng e ku xelk pabendî rênimayên hikûmetê bin û ji aliyê fîzîkî ve ji hev dûr bikevin.

Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê dibêje: “Bi helkefta hilbijartina wî weke serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya xwe arasteyî birêz Nêçîrvan Barzanî dikim. Ev herêm niha rûbirûyî du kêşeyên mezin bûye, kêşeya abûrî û Virusa Koronayê. Ji aliyê  abûrî ve, li vê derê weke cihên din, heta ew devera ku pêwîst e xwerciyên wê bêne kêmkirin. Derbarê Virusa Koronayê jî, girîng e ku xelk pabendî rênimayên hikûmetê bin û ji aliyê fîzîkî ve ji hev dûr bikevin, destên xwe bişon, di heftiya bûrî de, dema min serok dît, bi sedema vê nexweşiyê me dest neda hev, hûn dizanin, ev bi taveyî tiştekî rast e ku divê bibe.”

Kunsulê Rûsyayê: Serok Nêçîrvan xwedî ezmûneke siyasî û aborî ya mezin e

Kunsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê, Oleg Levin bi helkefta derbasbûna salekê di ser hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Srokê Herêma Kurdistanê re ragihand, Serok Nêçîrvan ezmûneke siyasî ya zêde heye, û rewşa aborî, civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê baş nas dike. Olîg Lîvîn herweha got jî, divê pêngavên bilez ber bi demokrasiyê ve bêne avêtin.

Oleg Levin derbarê rola Nêçîrvan Barzanî di posta Serokê Herêma Kurdistanê de dibêje: “Posta wî gelek giring e, lewma gelek pêwîst e ku pêngavên ber bi xurtkirina demokrasî û berfirehkirina demokrasiyê bilez bin, ev jî dibe tiştekî giring jibo çalakkirina kar û rikeberiya siyasî bo hilbijartina şiyanên baş bo paşerojê û pêşkevtinê.”

Konsulê Rûsyayê di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Di ware siyaset, ware aborî û pêşxistina civakî de, bi baweriya min Serok Nêçîrvan xwediyê ezmûneke mezin a siyasî ye, ew demeke zêde serokê hikûmetê bû, şarezayê rewşa aborî, rewşa civakî û siyasetê ye. Ez dixwazim pîrozbahiyê lê bikim di vê helkevtê de, pçrozbahiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî bikim, bo îsal di vê posta giring de li Kurdistanê, ku posta herî bilind e, hêviya tendirustî û asûdeyiyê jê re dixwazim.”

Konsulê Çînê: Nêçîrvan Barzanî xwedî roleke giring e di aştiya li Iraqê û Rojhilata Navîn de

Konsulê Giştî yê Çînê yê li Herêma Kurdistanê Ni Ruchi di peyameke vîdyoyî de ku ji Rûdawê re şandiye, li ser navê welatê xwe pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Ni Ruchi derbarê karên Serokê Herêma Kurdistanê di yekem sala destbikarbûnê de dibêje: “Di sala bihorî de, birêz Nêçîrvan Barzanî gelek xebat kir, ji bo li hev komkirin û yekxistina gelê Herêma Kurdistana Iraqê û beşdariyeke giring hebû di seqamgîrî û pêşveçûna vê herêmê de, herwiha roleke giring di dabînkirina aştî û seqamgîriya li Iraqê û Rojhilata Navîn de lîstiye.”

Têkildarî peywendiyên Çînê û Herêma Kurdistanê jî, Ruchi dibêje: “Divê spasiya wî bikim, ji ber giringîdana wî bi peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê, hevrêtiya navbera gelê Çînê û gelê Kurdistanê di dîrokê de bi zelalî xuya ye. Herwiha di çend salên derbasbûyî de, di jêr serkirdatiya wî de, peywendiyên ku di navbera herdu aliyan de hebûn, zêdetir bûn ji berê.”

Konsulê Çînê bi hev re karkirina Herêma Kurdistanê û Çînê wek pêngavek berhemdar bi nav dike û tekez dike: “Baweriya me wiha ye, ku di jêr serkirdatiya serok Nêçîrvan Barzanî  de, Herêma Kurdistanê di paşerojê de bi ser hemû zehmetî û astengiyan de serdikeve û bi aştî û seqamgîrî dimîne û pêşveçûneke zêdetir jî bi xwe ve dibîne, herwiha pêkve karkirina navbera Çînê û Herêma Kurdistanê digihe asteke bilindtir.”

Konsulê Çekyayê: Nêçîrvan Barzanî li Iraqê û derve xwedî roleke giring e

Konsulê Komara Çekyayê, Michael Svoboda di peyama xwe de pîrzobahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje, tevî ku di emeke dijwar de posta Serokatiya Herêma Kurdistanê wergirtiye, lê belê kariye, “roleke giring” hem li navxwe yê Kurdistanê, hem li Iraqê û hem jî li derve bibîne.

Michael Svoboda dibêje, birêz serok Nêçîrvan Barzanî di demeke zehemt de seroaktî wergirt, di dema hebûna nakokiyên navxweyî û derveyî de bû serok, ew wek serokê herêmeke serbixwe roleke gelek giring dît, hevdem parêzerê sîstema demokrasî û ewlehiyê ye jî.

Konsulê komara Çekyayê derbarê kar û xebatên Serokê Herêma Kurdistanê di demên paşerojê de jî dibêje: “Ew pirek e di navbera desthilatên dadwerî, danîna qanûnan û cîbicîkirinê de, ew nûneratiya Herêma Kurdistana Iraqê dike li derve, rola serok gelek giring e, bi taybet jî di alîkariya jibo avakirina civakeke modern û plural û lêborde de.”

Michael Svoboda tekez dike, serok Nêçîrvan Barzanî beşdar dibe di avakirina aştî û ewêehî û xweşguzeraniya li Iraqê û Kurdistana Iraqê de.

Têkildarî peywendiyên navbera komara Çekya û Herêma Kurdistanê jî, Svoboda ragihand: “Komara Çekyayê peywendiyên gelek baş ligel Kurdistana Iraqê û xelkê wê heye, ew jî li ser esasê peywendî û dostatiya dîrokî ye. Em sîstema siyasî, pir-rengî û demokrasiya wê bilind dinirxînin, ku ew garantî ne û herwiha dibin sedema hevahengiyê, ew jî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş di navbera komara Çekyayê û Herêma Kurdistanê û xelkê wê de ye.”

Svoboda herwiha hêvî dike, ku Iraq û Herêma Kurdistanê bikarin bi ser qeyran û kêşeyên navxweyî de serkevin û herdu aliyan, “dem, xwestek û hêza wan a pêwîst hebe, daku bala xwe bidin ser pirsên mezin ên wek pêşkevtin û xweşguzeraniyê.”

Konsulê Koreya Başûr: Nêçîrvan Barzanî di parastina Herêma Kurdistanê bihêziya xwe nîşan da

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê, Cho Yeongmoo di peyama xwe de amaje bi rola Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje, tevî hemû ewraz û nişîvan salek di ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî re derbas bûye, lê belê “wî bihêzî, rijdbûn û xwasta xwe ji bo parastina silametiya xelkê vê herêmê û parastina berjewendiyên Kurdistanê li ser esasê qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê di vê rewşa Rojhilata Navîn de nîşan da.”

Cho Yeongmoo, peywendiyên Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê bi baş pênase kir û diyar kir, dema sala bihorî bi helkevta bîranîna 15 salvegera peywendiyên navbera Koreya Başûr û Kurdistanê aheng hat lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî ligel şanderê taybet ê serokatiya Koreya Başûr “gotûbêjên berhemdar” pêk anîn û tekez kir, “bingeheke gelek xurt di navbera Kurdistanê û Koreya Başûr de çê kir û îsal jî dibe destpêkek nû di peywendiyên me yên du alî, ku ew 15 sal in berdewam e.”

Roja 10ê Hezîrana sala 2019an, di merasîmeke mezin de, bi amadebûna mêvanên biyanî û bi sedan kesayetiyên navxweyî, Nêçîrvan Barzanî weke duyemîn Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar bû.

Rûdaw

Nerîna min :