Civak

Zarokên winda bûyî

Li Tirkiye û Kurdistana Bakûr pirsa zarokên windabûyîn pirsek civakî  ya mezine. Gelek caran zarokên winda bûyin tên dîtin , lê yên ku tu awayî jî nayên dîtin gelekin. Niha 1.479 zarok windabåyine.  Dezgehên lêkolînan û asayişê di derbarê zarokên winda bûyî de lêkolînek kirine. Encama vê lêkoline dane Komisyona Zarokên Windabûyin ya parlementoyê.

Li gora agahdariyên di parlementoyê de ji bo komisyona zarok windabûyîn re hatî dayin; Ji sala 1997-ê heta niha 29.515 zarok tesbît bûne ku winda bûne yanî malbatên wan serî li dezgehên asayîşê dane. Ji van 28.036 kes hatine dîtin. Rojane ev hêjmar tê guhertin. Niha 1.479 hêjî windane, ji van 517 kurin û 962 jî keçin. Nisbeta keçan ji % 65 e. ji van, 148 temenê 0-12 salîne, 318 temenê 13-15 salîne, 1.013 jî temenê 16-18 salîne. Zarokên ku temenê wan 0-12 salî, piranî ji teref dê yan bab ve ji pirsgirêka xwedê derketina zarokan tên weşartin. Ev nisbet ji % 44 e.

Sala 2009-ê ,14.387 zarokên winda bûyin hatine dîtin û lêkolînek li ser wan hatiye kirin. Pirsak u hun ji bo îi ji mal reviyane hate kirin. Bersiva wan bi vî awayiye: Ji % 22 ji bo jiyanek nû,ji bo heyecanekî. Ji %20 ji bo evîndariyê. Ji % 11 ji bo têkçûna malbatê. Ji %10 ji bo hevaletiya xirab. Ji % 7 ji bo tundiya malbatê reviyane.

Back to top button