Polîtîk

Dewleta netewî mafê kurdan e

 
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku pêdivîye her çar lîstên Herêma Kurdistanê yên ku di hilbijartinên parlementoya Iraqê de serkevtin bi dest ve anîne, beşdarîyê di hukûmeta Iraqê ya bihêt de bikin û piştre jî serokê Kurdistanê tekezî li ser vê çendê kir, ku Kurdan mafê vê çendê hene dewleteka neteweyîya taybet bi xwe hebin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dîdarekî de li gel kanala Elerebîye, ku li şeva 1-ê nîsanê hat belavkirin tekezî li ser dabeşbûna neteweyî û regezîya pêkhateyên Iraqê kir û got, ku sirûştê Iraqê weha ye ku Şî`eyên Iraqê dengên xwe bidin alîyên Şî`eyî , Sûnnîyên Iraqê jî bi heman şêweyî dengên xwe dane alîyên Sûnnî û Kurdan jî dengên xwe dane alîyên Kurdî.

Serokê Kurdistanê herweha got, ku wê carê ne merce Kurdan posta wezareta derveya Iraqê werbigrin. Barzanî di evê dîdarê de daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî kir, da ku bi yêk dengî û yêk helwestî ber bi Bexdayê ve biçin. Di derbara vê çendê de, ku gello ji ber çi Kurdan hemû caran li gel alîyên Şî`eyî hevpeymanîyan ava dikin û bi alîyên Sûnnî re nabin hevpeyman, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî weha bersiv da û got, ku heta niha ti alîyekî Şî`eyî dijayetîya xwe ji bo mafên Kurdan ne ragihandîye, lê bi dehan serkirde û hêzên Sûnnî hene mafên Kurdan napejirînin û destdirêjîyan li ser gelê kurd dikin. Mesûd barzanî got, ku lê belê hinek hêzên sûnnî hene ji Kurdan nêzîkin û rêzê ji mafên Kurdan digrin.

Di dirêjîya vê dîdara xwe de li gel kanala Elerebîyye, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku tiştekî ne herame Kurdan mafên xwe bi dest ve bihînin her wekî çawan ereban, tirkan û farsan mafên xwe bi dest ve anîne. Herweha Barzanî got, ku hemû hêzên deverê dixweztin Kurdan qirr bikin û ji nava bibin, belê neteweya Kurd bi xwîna xwe bergirî ji xwe kir û her ji ber vê çendê jî, mafê Kurdan e wekî hemû neteweyên din dewletka xwe ya neteweyî hebe.

Back to top button