Kultur
TRT kanalek Erebî vekir
Kanala televizyona Tirkî ya fermî TRT dest weşana zimanê Erebî dike. TRT ji bo dengê xwe bigihîne 350 milyon ereb di 22 welatên Erebî de, kanalek Erebî vedike û rojnemevan Sefer Turan dibe berpirsê giştî yê vê kanalê.
Armanca vê kanalê ewe ku dengê Tirkiye bigihine cîhana erebî . Herweha hate kifşkirin ku li Tirkiye kesên erebî dizanin dê bernameyan ji bo vê kanalê çêbikin.
Di vê derbêr de berpirsê kanalê yê giştî Sefer Turan dibêje:“ Me piraniya karmendên xwe ji welatên Ereban yê di televiyonên erebî de kar dikin hilbijatine. Eme gelek bernameyên mişterek li gel hinek kanalên erebî çêbikin. Di televizyonekî de çi hebe dê li ba me jî ew çêbibe“