Polîtîk

Amerîka ji Iraqê bar dike

Amerîka amadebûna derketina ji Iraqê dike. Eve demeke  leşkerên Amerîkî ji bo Iraqê vale bikin di nav çelakiyekî de ne. Fermandarê hêzên Amerîka li Iraqê ragihand ku, ew piraniya çekên xwe û tiştên din yên leşkerî wê bibin Afganistanê. Ji bo vê yekê jî karê mezintirîn yê lojistik dikin.

Generalê Amerîkî William Wister da xuyakirin ku,ji niha heta meha îlonê divê çekên xwe bigihînin Afganistanê da ku, hêza xwe ya li Afganistan xort bikin. Li gora daxuyaniya William Wister, piştî şerê cîhanê yê duyem ev mezintirîn guheztina çekan e(karê lojistîk e) û heta niha ji % 53 çek û keresteyên xwe rêkirine Afganistanê.

Herweha tê gotink u, gelek ji van çekan de rêya Tirkiye jî bi kar tînin.

Back to top button