Kultur

Serokê Kurdistanê salvegera derketina rojnameya Xebat pîroz dike

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Rêzdar sernûser û tevahiya kedkarên rojnameya Xebat a delal

 

 

Silav û rêz

 

Ji bo derbasbûna 51 sal li ser eşkere derketina rojnameya Xebata ezîz ve, pir bi dil pîrozbahiyê li we yên delal û hemû wan pênûsên serbilind dikim ku beşdarî li berev pêşveçûna Xebatê da kirine.

 

Salvegera derketina Xebat ji bo min rojeke gelek girînge û gelek bi girîng jî cihê xwe li dîroka gelê me da heye, ji ber ku pencih û yek sale dakokîkareke newestaye li mafê rewayên gelê Kurdistan û li hel û mercên gelek sext û dijwar da xizmeta doza Kurd kiriye û herdem jî mînbereke bi bandor buye li belav kirina hişyarî û agahî neteweyî û tomarkareke hur buye ji bo têkoşîn û neberd û mergesatên xelkê Kurdistanê de.

 

Li ser vê yekê jî Xebat bi dirêjahiya vê temena pêşeng û xwendingeheke fêrkirina hunera rojnamegerî û pêgihandina rojnamevaniyê buye û bi dehan kadir û siyasetmedaran aniye qada rojnamevanî û rewşenbîrî û siyasiyê ve ku eve jî serbilindiyeke dine ji bo wê rojnameyê ku heqe hemû ewên ku li derxistinê de destê xwe yê bilind heye şanaziyê pêve bikin.

 

Niha jî ev rojname li wê rola dîrokiya xwe de berdewame, bi taybetî li dakokîkirina destkeftan û berjewendiyê bilindên gelê Kurdistanê û belav kirina giyana lêborînî û pêkve jiyana birayaneya hemû çîn û tuwêj û pêkhatên Kurdistanê de.

 

Ewê cihê serbilindiyê ye Xebat li wê 51 salê da kariye peyama xwe bi berpirsiyariya li çarçêweya rastgoyî û girêdayîbûna bi exlaqiyata pîşeyî bigihîne xelkê Kurdistanê û bibê cihê baweriya xwendevanên xwe.

 

Ez daxwaz ji sernivîskar û kedkarên niha ya Xebatê dikim ku her wekî ku çawa ev rojname berê beşdariyeke xwe ya çalak hebê li xebata gelê me, niha jî bi heman nefes, belku zêdetir jî beşdarî li derxistina gîr û girifta hemwelatiyan û destnîşankirina kêmasiyên civaka Kurdistanî bike bo ku wekî herdem beşek bê li jiyana hemwelatiyan ku bi raya min her eve Xebatê dihêle û berev serkeftina zêdetir dibe.

 

Li dawiyê de destxweşiyê li we hemûyan dikim, li gel hêviya serkeftin û geşbûneke zêdetir.

 

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

03/04/2010

Back to top button