Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li Lîsta Îtîlafa Nîştimaniya Iraqê dike

Îro şemî 03/04/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Şêx Dr Humam Hemudî kesayetiyê diyarê Lîsta Îtîlafa Nîştimaniya Iraqê kir.

 

Li hevdîtinê de, pêşhatên dawiya proseya siyasiya Iraqê piştî hilbijartinên Encumena NÛneran û sedema hevpeymanî kirina di navbera hêz û aliyên veqetandî û derketî bi projeyeke nîştimanî bi beşdariya hemû Iraqiyan hate nirxandin û daxwaz kirin.

 

Her wiha li vê hevdîtinê de awayê Hikûmeta nû ya Iraqê hate guftugo kirin û tekîd jî li wê yekê kirin ku Hikûmeta nû divê‌ bi vekirî Hikûmeteke hevkarî û xwedî bingehên berfireh bê.

 

Şêx Dr. Humam Hemudî sebaret bi helwesta yekgirtina qewareyên Kurdistaniyan pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û ragihand ku Kurd li Bexda xwedî giraniyeke girînge ku dikare bi wê sedemê destûrê li berjewendiya hemû Kurdistanî û Iraqiyan da biparêzê‌ û tekîd jî li wê yekê kir ku qewareya wan amadeye bi mebesta binyadnana damezrandinên desturiyên Iraqê û parastina rêrewa demokrasî û siyasî li welat da li gel nûnerên Kurd li Bexda danustandinê bike.

 

Back to top button