Serokê Kurdistanê cejna mesîhiyên Kurdistanê pîroz dike
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê bê), pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên mesîhiyên Kurdistan û sercem mesîhiyên Iraq û cîhanê dikim.
Helbet mesîhiyên Kurdistanê ji berê ve li gel pêkhatên olî yên cudayên dinê Kurdistanê herdem bi birayetî û evînî û tebayî pêkve jiyane û beşdarî li xweşî û nexweşî û qurbanîdanê ji bo bi destxistina azadî û jiyaneke bextewer kirine.
Îro jî ku ev vê bîranîna xwe bi aramî û xweşî pîroz dikin, berî renca xebata wê pêkve jiyan û kultûra hevbeşe ku li ser bingeha bawerbûna bi lêborînî hatiye binyadnan.
Hêvîdarim ev cejin ji bo wan xuşk û birayan bi xêr û xweşî vegerin û Kurdistanê jî bi yekrêziya hemû pêkhatan ve ku xuşk û birayên mesîhî aliyeke girîngin ji wê pêkhatê bikeve qonaxeke dinê avadan kirin û binyadnanê.
Careke din pîroz bê, bi taybetî li wan malbatên mesîhiyan ku ji ber êrîş û terorê serî li Herêma Kurdistanê kirine.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/04/2010