Polîtîk

Kurd bi yakhelwestî diçin Bexdayê

Berî nîvroya îro şemiyê 03.04.2010 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selaheddîn di gel nûnerên lîst û qewareyên Kurdistanî yên di hilbijartina parlamentoya Îraqa federe de serketin bi dest xistîn civiya û di civînê de li ser yekhelwestiya lîsteyên kurdistanî û çawaniya danustandina di gel lîsteyên serketiyên îraqî guftûgo hate kirin.

Piştî civînê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de encama civînê eşkere kir û eve jî naveroka daxûyaniyê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên delal

Cemawerê gelê Kurdistanê

Li ser pêşniyar û daweta serokayetiya herêma Kurdistanê, îro birayên birêz ji lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê, lîsta Goran, lîsta Yekgirtû û lîsta Komel teşrîf anîn û hatin û her wiha bi amadebuna serokayetiya parlamentoya Kurdistanê û serokayetiya hikûmeta Herêmê, me civîneke gelek serkeftî û sûdbexş encam da.

Di destpêkê de dixwazim gelek spasiya wan birayan bikim ku bi rastî gelek bi ruheke hestkirina bi berpirsiyariya netewî reftar û guftûgo kirin û her wiha eve jî dihate îaverê kirin di gel wan birayên birêz û em gihîştîn van encaman ku niha radigihînim:

1- Asayîkirina pêwendiyan di navbera lîsteyan de û nabe cezayê siyasî li Kurdistanê bimînê.
2- Em hemû li ser wê yekê rêk ketîn ku, tevî her lîsteyekê serbixweya xwe hebe, lê li Bexdayê yek kutle bin.
3- Ji bo guftûgokirina di gel lîsteyên dinên li Bexdayê şandeyekê dirûst bikîn.
4- Berbijêrê me, wekî xelkê Kurdistanê ji bo serokkomariyê cenabê Mam Celal dibe.

Bi vê minasebetê jî em dawetî birayên li kotayên Mesîhî, Êzîdî û Şebek jî dikîn ku beşdariyê di gel me bikin û bêne nav vê kutleyê û li civîna bê de beşdarîyê bikin û em hemû weke yek helwest îsrarê li ser van xalan bikin:

1- Yekhelwestî beramber bi pirsên stratejî û netewî.
2- Beşdariyeke çalak li Bexda.
3- Îltîzameke timam bi destûrê.
4- Dîraseta zemanata pêwîst ji bo kurda.

Di dawiyê de hêvîdarim herdem gelê Kurdistanê serkeftî û bextewer be û careke din jî spasî hemû wan birayên birêz dikim û spas ji bo vê helwêsta wan a berpirsiyarane

Back to top button